​​​​​​​Beşdarên mîtîngê bi rê ketin

Girseyên gel ji seranserê herêma Cizîrê berê xwe da Qamişloyê da ku beşdarî çalakiya girseyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

​​​​​​​Beşdarên mîtîngê bi rê ketin
10 gulan, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên herêmên Beravê, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Çilaxa, Tirbespiyiê, Til Hemîs, Til Birak, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê bi karwanên erebeyan ber bi Qamişloyê ve bi rê ketin da ku beşdarî mîtînga ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Tê payîn ku mîtînga li Qamişloyê saet di 12:00`an de bi beşdariya bi hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo misogeriya demokrasî û aramiya herêmê ye” bê lidarxistin.

(c)

ANHA