​​​​​​​'Tecawîzkirin berdewamiya qirkirinê ye'

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin û wekî berdwamiya sûcên qirkirinê û guhartina demografiyê hesibandin.

​​​​​​​'Tecawîzkirin berdewamiya qirkirinê ye'
10 gulan, 2023   03:27
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Di çarçoveya rêzesûcên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê li herêmên dagirkirî de, serçeteyê koma “Sultan Suleyman Şah (Emşat)” ên dewleta Tirk a dagirker di 6′ê Gulanê de zarokeke 10 salî ya ji navçeya Şiyê, dema ku tevî dayika xwe li ser rêya Efrînê bûn, tecawiz kir.

SÛC PIR IN, SÛCDAR YEK E

/kr/uploads/files/2023/05/09/200256_-large.webp

Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Arzo Temo ku ji ajansa me re axivî, ev sûc şermezar kir û got: "Zêdetirî 5 salan e gelê Efrînê di şerekî hebûn û nebûnê de ye. Efrîn ji bo kesên lê mane bûye dojeh. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mafên jinan û zarokan bin pê kirin û ji ber wan kiriyaran di nava metirsî û fikaran de dijîn."

Arzo wiha dom kir: "Sûc gelek in, lê sûcdar yek e. Jin li herêmên dagirkirî rojane bi tecawîzkirin, revandin, girtin û îşkenceyê re bi rû dimînin. Ev li pêşiya çavên cîhanê pêk tê."

Sûcên tecawîzkirin û zewacandina zarokan di bin gef û zextê de li Efrînê êdî rojane bûne.

′DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ TAVILÊ DERBASÎ EFRÎNÊ BIBIN′

Arzo bang li rêxistinên navneteweyhî û hiqûqî kir ku destwerdana lezgîn bikin, gelê Efrînê, bi taybet jin û zarokan xilas bikin û wiha pê de çû: "Rêxistinên hiqûqî îdia dikin ku ew mafên jin û zarokan diparêzin, lê çima li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dengê xwe nakin? Divê ev rêxistinên yekser derbasî Efrînê bibin û van sûcan belge bikin. Ger na wê demê qanûn tenê xumava li ser kaxizê ye."

Arzo anî ziman ku dê ev sûc bandorê li jiyana wê zarokê bike û destnîşan kir ku pêdivî bi amadekirina wê di aliyên derûnî û tenduristiyê de û lênihêrînê heye û wiha dom kir: “Lê heta ku ev zarok li Efrînê be, ev yek nepêkan e. Em balê dikişînin ser van binpêkirinan. Lê ev têrê nake. Ji ber ku hêzên navneteweyî dengê me nabihîsin, ji lew re em dubare dibêjin divê bi awayekî lezgîn rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî derbasî Efrînê bibin, da ku sûcan belge bikin û radestî aliyên têkildar bikin."

′SIYASETA QIRKIRIN Û GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ′

/kr/uploads/files/2023/05/09/200312_-large_1.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman jî sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî şermezar kirin û got: “Tecawizkirina zaroka 10 salî sûcekî bi êş e.”

Hêvî got: "Divê cihê ku sûc lê hatiye kirin, kesê sûc kiriye û atmosfera ku ji bo pêkanîna vê sûcî bûye alîkar, bên nirxandin. Ew xwediyên fikrên şovenîst û nîjadperest in. Ev zihniyeta dewleta Tirk  dagirker nîşan dide. Zihniyeta li ser înkar, qirkirin û guhartina demografiyê."

Hêvî destnîşan kir ku 5 sal e ev sûc rojan li dijî xwecihên Efrînê pêk tên û wiha dom kir: “Dewleta Tirk a dagirker siyasetên dagirkirinê bi rêbazên hovane pêk tîne. Şênî tên revandin, îşkencekirin û qetilkirin. Ev hovîtî li dijî jinan zêdetir pêk tê. Ji ber ku jin ên herî zêde li hember dagirkeriyê çand û xaka xwe diparêzin."

Hêvî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo serxistina projeyên xwe yên qirkirinê çeteyan bi kar tîne û wiha pê de çû: "Çete ji bo pêkanîna siyasetên dewleta Tirk a dagirker amûr in. Bi rêya wan çanda xwe ya dagirkirinê, parçekirina ax û civaka Sûriyeyê pêk bîne û şêniyan bide koçberkirin û demografiya herêmê biguherîne."

′BÊDENGÎ HEVKARÎ YE′

Hêvî Silêman bêdengiya navneteweyî û aliyên hiqûqî li hember van sûcan şermezar kir û got: "Hemû bi bêdengiya xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hevkariya xwe nîşan didin. Ew îdia dikin ku mafên mirovan diparêzin, lê li hember van sûcan li ku ne? Divê helwesteke cidî li hember van sûcan nîşan bidin."

(fr/c)

ANHA