Jinên koçber: Bi berxwedanê em ê dewleta Tirk têk bibin

Jinên koçber diyar kir ku mayîna wan li kampan û berxwedana li hember dagirkeriyê bi rêya israra vegerê û rizgarkirina xaka dagirkirî, yekane hêza têkbirina siyasetên dewleta Tirk a dagirker e.

Jinên koçber: Bi berxwedanê em ê dewleta Tirk têk bibin
Jinên koçber: Bi berxwedanê em ê dewleta Tirk têk bibin
Jinên koçber: Bi berxwedanê em ê dewleta Tirk têk bibin
3 gulan, 2023   12:58
EYN ÎSA

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji jinên koçber ên ji Girê Spî re semînerek li dar xist û rewşa siyasî û leşkerî ya Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir.

Bi dehan jinên koçber ên li kampê, rêveber û endamên Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî semînerê bûn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Firyal Temê axivî û rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destekftiyên wan ên di aliyên siyasî, leşkerî û rola wan di hemû qadên jiyanê de şîrove kir. Firyalê bal kişand ser rola pêşeng a jinan di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de ku bi sîstema hevserokatiyê hatiye tacîdarkirin.

Firyal Temê bal kişand ser zayendperestî û civakê û got ew ji hêmanên sereke yên dihêle civak nezan be û dibe sedema cudahiya zayendiyê û bandorên neyînî.

Di semînerê de xetereyên zayendperestiyê, çawaniya şikandina vê zîhniyetê û zanakirina civakê têkildarî her du zayendan, hatin nîqaşkirin.

Her wiha beşdaran anî ziman ku hebûna wan li kampan û berxwedana li hember siyaseta dagirkeriyê yekane hêza têkbirina vê siyasetê ye.

Beşdarên semînerê soz da ku ew şoreşa jinan bidomînin da ku xwe bigihînin jiyana azad û birûmet û dûrî zîhniyeta baviksalar.

(fr)

ANHA