​​​​​​​Kremlîn: Hewldana suîqastkirina Pûtîn hate têkbirin

Kremlînê da zanîn ku Ukraynayê şeva berê hewl daye navenda bicihbûna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a li Kremlînê bi 2 balafirên bêmirov bombebaran bike, lê ev hewldan hatiye tekbirin.

​​​​​​​Kremlîn: Hewldana suîqastkirina Pûtîn hate têkbirin
3 gulan, 2023   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand ku Ukraynayê hewl daye şeva berê navenda bicihbûna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a li Koşka Kremlînê bi 2 balafirên bêmirov bombebaran bike lê balafirên bêmirov xistine xwarê.

Kremlînê diyar kir ku ev êriş hewldana suîqastkirina serokê dewletê beriya torana leşkerî ya di 9′ê Gulanê de ye.

Her wiha hate gotin ku “mafê Rûsyayê te ku tedbîrên tolhilanînê li dijî Ukraynayê bigire”.

(fr)