​​​​​​​Sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanên li Bakur û Rojava

Di Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê de 71 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin. Deweta Tirk a dagirker li Sûriyeyê jî 11 rojnamevana qetil kirin. Beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê jî zextên li dijî rojnamevanan zêdetir bûne.

​​​​​​​Sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanên li Bakur û Rojava
3 gulan, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê (3`yê Gulanê) de, tenê di hefteya dawîn de 19 rojnamevanên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatin destgîrkirin an jî girtin.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji bo rêzgirtina azadiya rojnamegeriyê bîne bîra hemû hikumetan û di riya wê re Deklarasyona Windhoekê ya dîrokî ya di civîna rojnamevanên Afrîkayê ya 3’yê Gulana 1991’an de bi bîr bîne, ev roj destnîşan kiriye.

Di heman demê de rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê vê rojê wek derfetekê ji bo rawestandina li ser dozên azadiya çapemeniyê û etîka rojnamegeriyê dibînin. Her wiha wek derfetekê ji bo piştgiriya dezgehên çapemeniyê yên zext li wan tê kirin û ji mafên çapemeniyê bê par hatine hiştin, tê nirxandin. Di heman demê de di vê rojê de rojnamevanên ku canê xwe di oxira pîşeya xwe de feda kirine, tên bibîranîn.

Li girtîgehên Tirkiyeyê 71 rojnamevên Kurd û yên demokrat tên ragirtin.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023'yan de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165'an.

Îsal, bi taybet piştî erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê desthilata Tirk mafên rojnamevanan binpê kirin. Li gorî Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), di Sibatê de 14 rojnamevan bi êrişan rû bi rû mane, 4 rojnamevan hatine destgîrkirin, 5 rojnamevan bi binpêkirin û kirinên xirab re rû bi rû mane, 19 rojnamevan ji kar hatine derxistin, 6 rojnamevan jî rastî lêpirsînê hatine.

Di heman rapora DFG`ê de ku 26`ê Sibatê (2023) hatiye weşandin, hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker 2 malperên li ser înternetê girtine, 2 malperên din qedexe kirine, 345 naverok li ser înternetê qedexe kirine.

Dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê jî li dijî rojnamevanan sûcên şer kirin. Di êrişên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yên ku 25`ê Nîsana 2017`an dest pê kirin û heta niha, 11 rojnamevan şehîd bûne. Ji wan; hevalê me Seed Ehmed (di 13`ê Cotmeha 2019`an de şehîd bû) û hevalê me Îsam Ebdullah (di 19`ê Mijdara 2022`yan de li herêma Qereçoxê şehdî bû).

(c)

ANHA