​​​​​​​Bav û keç xeyalên sînemavaniyê pêk tînin

Xebatên sînemaya şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derfet dan ku ew jî xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Dema zarok bû nekarîbû bibe sînemager, lê niha bi zaroka xwe re tevlî vê xebatê dibe.

​​​​​​​Bav û keç xeyalên sînemavaniyê pêk tînin
​​​​​​​Bav û keç xeyalên sînemavaniyê pêk tînin
3 gulan, 2023   03:32
QAMIŞLO-HÊLÎN EYLUL

Xebatên avakirina sînemaya şoreşgerî yên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, hem ferasetek nû ya sînemayê derdixîne holê, hem jî derfet dide ku sînemahez xeyalên xwe pêk bînin, sînemavan derkevin holê.

Di atolyeya sînemayê ya Tevgera Çand û Hunerê (TEV ÇAND) ku li bajarê Qamişlo 9’ê Nîsanê hatiye vekirin de, gelek şagirtên li pey xeyalên xwe diçin hene. 

Di nava şagirtan de welatiyê bi navê Kesra Ensî yê 45 salî û keça wî ya bi navê Pela (15) balê dikişînin.

DESTÛRA XWENDINA SÎNEMAYÊ NEHAT DAYÎN

/kr/uploads/files/2023/05/02/200637_.webp

Kesra Ensî ji bajarê Qamişlo ye; ji zarokatiya xwe ve heskirina wî ji bo sînemayê heye, lewma piştî dibistana amadeyî xwestiye li Zanîngeha Helebê beşa sînemayê bixwîne. Lê li gorî gotina wî hikûmeta Şamê rê nedaye û şertê “endamtiya partiya Baas” daniye pêşiya wî. Wî jî ev yek qebûl nekiriye û beşa zimanê Fransî qedandiye. Lê xeyala wî ya sînemayê her zindî maye.

Piştî salên 1980’yan fîlmên Yilmaz Guney temaşe dike û jê bandor dibe. Di nava malbatê de hewldana wî ji bo sînemayê çêbûye, lê derfet peyda nekirine. Dema zewiciye jî, ji bo zarokên xwe sînema vegotiye.

ŞOREŞÊ XEYALA WÎ ZINDÎ KIR

Kesra niha 45 salî ye û 2 zarokên wî hene, lê ji bo sînemageriyê xwe amade dibîne. Derfetên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) derxistine holê ew gelekî kêfxweş kiye û ji bo pêkanîna xeyalên xwe wekî derfetek dîtiye. Lê ji ber ku temenê wî borî ye, xwestiye keça xwe tevlî kare şano û sînemayê bike. Ji bo vê yekê bi rêveberên TEV-ÇAND’ê re axiviye û xwestiye keça wî jî tevlî xebatên şanoyê bikin û piştî demekê tevlî kirine.

‘MADEM MIN NEKARÎ BILA KEÇA MIN BIÇE’

Dema ku atolyeya sînemayê hatiye vekirin, Kesra xwestiye navê xwe jî qey bike, lê bi nêrîna “Temenê min borî ye, gelo wê min bigirin an na?” hinek dudiliyê dijî. Lewma dibêje “Madem min nekarî bixwînim û bibim sînemavan, wê demê bila keça min biçe” û navê keça xwe Pelayê li atolyeyê dide qeydkirin.

Wexta ku navê kaça xwe dide qeydkirin, mamosteyên atolyeyê çîroka wî fêr dibin û jê dixwazin ku ew jî tevlî atolyeyê bibe. Li ser vê yekê Kesra jî navê xwe qey dike. Niha ew û keça xwe bi hevre perwerdeya sînemayê dibînin.

‘DU XEWNÊN MIN PÊK HATIN’

Kesra ku bi atolyeya sînemayê gelekî keyfxweş bûye, diyar kir ku du xewnên wî pêk hatine û ev xewin jî wekî “Ya yekem min dixwest keçek min hebe; ya duyem jî ez bibim sînemavan. Vaye herdû pêk tên” pênase kirin. Kesra destnîşan kir ku wexta keça wî di karê şanoyê de pêş diket hesteke wekî ku xeyalên wî bixwe jî pêş ketine jiyan kiriye.

‘DIXWAZIM BI KEÇA XWE RE DI HEMAN FÎLM DE BILÎZIM’

Kesra destnîşan kir ku ew zêdetirîn dixwaze bibe senarîst, lê di pêşerojê de dixwaze bi keçara xwe re di fîlmek de rola bav û keç bilîzin. Kesra got ku ew dixwaze di her alî de destek bide keça xwe û wekî malbatî niha hemû alîkariyê didin. 

Kesra bal kişand ku sînema ji bo civakekê gelekî girîng e, lê di nava Kurdan pir keme û got: “Her çiqasî hewldan hebin jî, hîn kêm in. Pêwîste hemû hûnermed bikevin tevgerê, bibin lîstikvan derhêner û kameraman. Lewma daxwaza min ji Rêveberiya Xweser heye ku hîn derfetên din ji bo sînemayê ava bike.”

PÊLA: ŞANOYÊ BAWERIYA MIN A TÊKILDARÎ JIYANÊ ZÊDE KIR

/kr/uploads/files/2023/05/02/200712_.webp

Pêla Ensî jî ji  8 saliya xwe de bi şanoyê re mijûl dibe û niha jî li kargeha (atolye) sînemayê perwerde dibîne. Piranî şanoyan qerfî de cîh girtiye, niha jî perwerdeya sînemayê ji bo xwe weke şansekê û dibejê ew ê xweyalên xwe yên sînemayê mezintir bike.

Pêla dema yekem car derdikeve ser dike, gelek bi heyecan bûye, lê bi alîkariya mamoste û hevalên xwe tirsa xwe derbas kiriye. Pêla ku di piraniya jiyana wê de bandora şanoyê heye wiha behsa serpêhatiya xwe ya şanoyê û pêwendiyên bi bavê xwe re dike: “Babê min ez birim şanoyê, lê niha ji min bandor dibe. Bêguman bandora min li ser babê min heye, ya babê min jî li ser min heye. Em hevdu temam dikin, em her tim mîna du hevalanin. Şanoyê baweriya min a têkildarî jiyanê zêde kir.”

XEYALA WÊ

Pêla gotina “Jin jiyan e” bibîr dixîne û dibêje ku jin dikarin di her qadek jiyanê de rolên sereke bilîzin, lewma ew jî dixwaze bibe lîstikvanek mezin. Pêla jî dixwaze bi babê xwe re di heman fîlm de bilîze û dibêje, “Ger ku rojekê ez û babê xwe di fîlm an jî şanoyekê de bilîzin, wê xeyala min pêk were.”

ANHA