​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 3-5-2023
2 gulan, 2023   23:00

Remzî Şêxmûs diyar kir ku piştî civîna wezîrên parastinê ya li Moskovê, hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehbayê girantir kir û bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji siyasetên qirkirinê berde û zîhniyeta xwe ji bo çareserkirina krîzê biguherîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedaran diyar kir ku beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, ji bo herêmên din ên Sûriyeyê dikare bibe mînak. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî normalîzekirina erebî-sûriyeyî, serokê Îranê serdana Sûriyeyê dike. Tehran bi fikare ku Sûriye ji hedê ku hiştiye zêdetir, bikeve hemêza dewletên ereb.

Bi çend rojan beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê, siyaset germ û gur dibe. Ji bo kesên li ser desthilatê jî dê hinekî zehmet be ku têkçûna di hilbijartinê de qebûl bikin. Dema mirov li zimanê endamên AKP'ê dinêre, xuya ye derketine meydana şer. Heta siyasetmedarên bê qedr û qîmet jî hene ku hilbijartinê wek 'şerê rizgariyê' dibînin. Wezîrê karên naxweyî yê Tirk Suleyman Soylu ji hedê xwe jî derbas bû û û dibêje "Em ê ne tenê Kiliçdaroglu, serokê Amerîkayê jî di sindoqê de defin bikin û em ê aştiyê bînin Şam, Bexda û Kabîlê." Xwe ji gotina heçku ev hilbijartin dê bibe destpêka 'dagirkirina cîhanê' dûr nagirin.

Xebatên sînemaya şoreşa Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derfet dan ku ew jî xeyala xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Dema zarok bû nekarîbû bibe sînemager, lê niha bi zaroka xwe re tevlî vê xebatê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Îro serokê Îranê Îbrahîm Raisî serdana Sûriyeyê dike. Ji 2011`an ve ev cara yekemîn e ku serokekî îranî serdana Şamê dike. Ji ber geşedanên bilez li herêmê rû didin, ev serdan xwedî girîngiyeke mezin e.

Îsmaîl Enîs Îsamîl nimuna têkoşîna gelê Filistînê yê girêdayî bi xaka xwe ve ye. Ruxmî zextên desthilata Îsraîlê, Îsamîl bi israr serdana erdê xwe dike.

Kongra Star ji bo piştgiriya jinan di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, çalakiyek li stada Heysem Keco ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê û ji bo protestokirina girtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve, li pêşiya navenda NY`yê ya li taxa Siyahî ya Qamişlo daxuyaniyek dide saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zanîngeha Rojava Mîhrîcana 1`emîn a Xwendekarên Zanîngehê li dika zanîngehê ya li Qamişlo li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwanê di çarçoveya hemleya “Jin jiyan azadî” de komxebateke diyalogê li Kampa Koçberên Girê Spî ya navçeya Eyn Îsayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA