Hejar Rustem: Berhemên binerd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên tevahî sûriyeyiyan in

Serokê Daîreya Giştî ya Nivîsgeha Plansazî û Serjimariyê Hejar Rustem diyar kir ku Rêveberiya Xweser berhemên binerd ên herêmê keysbaz nake. Her wiha anî ziman ku dadwerî ji bo welat bi rêya parvekirina dadmendî ya berhemên binerd pêk tê.

Hejar Rustem: Berhemên binerd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên tevahî sûriyeyiyan in
1 gulan, 2023   01:23
REQA- EHMED EL ESEF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Nîsanê de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê beyannameyek ragihand ji bo ku bigihêjin çareseriyeke aştiyane û demokrat ku êşên sûriyeyiyan bi dawî bike.

Rêveberiya Xweser di beyannameya xwe de herî zêde îşaret bi parvekirina dadmendî ya berhemên binerd di navbera herêmên Sûriyeyê de kir. Girêdayî mijarê serokê Rêveberiya Giştî ya Nivîsgeha Plansazî û Serjimariyê ya Rêveberiya Xweser Hejar Rustem got: “Li gorî dadmendî û wekheviyê, berhemên binerd ên hemî sûriyeyiyan e. Bi rêya belavkirina dadmenî ya berhemên binerd, dadwerî ji bo welat pêk tê. Rêveberiya Xweser beyannameya xwe ragihand ji bo ku berhemên binder bi dadmendî li Sûriyeyê belav bibe û di radeya yekemîn de ev berhem bikevin xizmeta gelê Sûriyeyê.”

Ristem destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî Sûriyeyê pakêta xwarin û aboriyê ye ji ber ku berhemên stratejîk lê hene mîna genim, pembo û petrol û wiha domand: “Berhemên binerd mafê hemû welatiyan e. Rêveberiya Xweser berhemên binerd ên herêmê keysbaz nake, ji ber ku yên hemû sûriyeyiyan e."

(dm/şx)

ANHA