Rêveberiya Xweser amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew amade ne penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bikin û bang li NY`yê kir ku ji bo vegera penaberan, korîdorek mirovî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Lubnanê de veke.

Rêveberiya Xweser amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike
30 nîsan, 2023   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ku ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî, diyar kir ku Rêveberiya Xweser amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike. Çiya Kurd destnîşan kir ku ev yek di çarçoveya beyannameya Rêveberiya Xweser a 18`ê Nîsanê eşkere kiriye de, pêk tê.

Çiya Kurd anî ziman ku di encama krîza Sûriyeyê de bi milyonan sûriyeyî koçber û penaber bûn û wiha dom kir: “Lubnan yek ji wan deveran e ku penaberan berê xwe dayê. Rewşa penaberên sûriyeyî li Lubnanê pir xirab e û êşeke mezin dikişînin.”

'DERIYÊN RÊVEBERIYA XWESER JI BO TEVAHÎ SÛRIYEYIYAN VEKIRÎ NE'

Çiya Kurd anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya beyannameya çareseriyê ya 18`ê Nîsanê eşkere kiriye de, amade ye penaberên li derve pêşwazî bike û wiha dom kir: “Di beyannameyê de xalek sereke têkildarî rewşa penaberan heye. Em amade ne gelê xwe yê li derve pêşwazî bikin. Deriyên Rêveberiya Xweser ji bo hemû sûriyeyiyan bêyî cudahî, vekirî ne. Ev erkek mirovî, exlaqî û nîştimanî ye, em jî dixwazin vê erkê bînin cih.”

Çiya Kurd bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku ji bo hêsankirina vegera penaberan korîdorek mirovî di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û Lubnanê de veke.

(c)