Li dijî ambargoya banga ʹErkên xwe bi cih bîninʹ

Kedkarên qada tenduristî ya Efrîn û Şehbayê bang li aliyên têkildar kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li ambargoyê hikumeta Şamê  bînin.

Li dijî ambargoya banga ʹErkên xwe bi cih bîninʹ
28 nîsan, 2023   16:39
ŞEHBA

Bi dehan kedkarên qada tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya nexweşxaneya Avrînê ya Şehbayê kom bûn û der barê ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantonê ferz kiriye de daxuyanî da.

Endamê Desteya Tenduristiyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Telat Wilo daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Diyar e ku êrişên dagirkirina Efrînê, koçberkirina niştecihên wê û neçarkirina koçberan ku di mercên jiyanî yên herî zehmet de bijîn, ji bo têkbirina îradeya berxwedanê û israra vegera li warê xwe têrê nekirin. Lew ra  bi gef û êrişên çekdarî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve yên li ser koçberên Efrînê û ambargoya hikumeta Sûriyeyê ya li ser Şehbayê, van zextan temam dikin. "

Di daxuyaniyê de îşaret bi beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser hate kirin û hat gotin: "Tiştekî ecêb e ku bi zêdekirina ambargoyê û qedexeya derbaskirina madeyên jiyanî wekî derman, sotemenî û xwarinê bersiva beyannameyê û gavên ji bo diyalogan were dayîn."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ambargo hemû qadên aktîf girtiye nav xwe û hate diyarkirin ku berdewama ambargoyê dê jiyana welatiyan bixe xetereyê û herêmê ber bi karesatekê mirovî ve dibe.

Kekdarên qada tenduristiyê di dawiya daxuyaniyê de bêdengiya li hemberî ambargoyê şermezar kirin û bang li aliyê mirovî û hiqûqî yên têkildarî kirin ku erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

 (mh)

ANHA