ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-04-2023
28 nîsan, 2023   23:00

- Asya Ebdullah destnîşan kir ku serkeftineke di hilbijartinên Tirkiyeyê de dê dawî li pêkanînên faşîst û dagirker bîne, ev jî dê bandoreke erênî li ser çareseriya aloziya Sûriyeyê bike. Asya Ebdullah bang li hemû gelên aştîxwaz, bi taybet jî koçberên ji Sûriyeyê yên mafê dengdayînê bi dest xistiye, kir ku li dijî desthilata AKP/MHP’ê tê bikoşin.

- Hemdan El Ebid diyar kir ku wan beyannameya çareseriyê pêşkêşî Komara Ereban, Neteweyên Yekûyî, rêxistinên mirovî, hêzên demokrat û hikumeta Şamê kir. El Ebid  got: "Divê çareserî sûriyayî û li ser xaka Sûriyeyê be." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di vê dema ku her tişt bi teknîk û teknolojiyê tê meşandin de, ew hunera xwe ya destan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyayî Ebdulhemîd El Hayik destnîşan kir ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji gelên azad û demokrat re bû bingehek a deskeftiyan û got, pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî erka rêxistinên mirovî û hiqûqî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xebatên çêkirina rêya Embara ji sedî 99 bi dawî bûye û dê di Hezîrana bê de bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Jinên Ciwan a Helebê di dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re bi hev re ber bi azadiyê ve" meşekê li dar dixe. Meş ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYDʹê Sîhanok Dîbo semînerekê der barê aloziya Sûriyeyê û rêbazên çareseriyê de dide. Semîner li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê tê dayîn. Saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA