​​​​​​​Banga beşdarbûna pîrozbahiyên 1`ê Gulanê

TEV-DEM`ê bang li gelê herêma Cizîrê kir ku beşdarî pîrozbahiyên 1`ê Gulanê bibe.

​​​​​​​Banga beşdarbûna pîrozbahiyên 1`ê Gulanê
27 nîsan, 2023   06:52
 QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 1`ê Gulanê Roja Kedkaran a Cîhanê belavokek belav kir û 1`ê Gulanê li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

TEV-DEM`ê bang li gelê herêma Cizîrê kir ku beşdarî her du pîrozbahiyên ku dê 1`ê Gulanê li Qamişlo û Hesekê bên lidarxistin, bibin û got: “Werin em bi hev re 1`ê Gulanê li kedkar Rêber Apo pîroz bikin.”

Pîrozbahiyên 1`ê Gulanê li herêma Cizîrê dê li van deveran werin lidarxistin:

QAMIŞLO

Cih: Bendeva Mizgeft a li navçeya Tirbespiyê, Saet: 11:00

HESEKÊ

Cih: Gundê Çolbistan ê navçeya Dirbêsiyê, Saet: 11:00.

(c)

ANHA