​​​​​​​'Bi milyonan kes şopdarên fikrê Rêber Abullah Ocalan in'

Welatiyê bi navê Eto Miho diyar kir ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn hewcedarî çareseriyê ne û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Miho li dijî tecrîdê banga xurtkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​'Bi milyonan kes şopdarên fikrê Rêber Abullah Ocalan in'
26 nîsan, 2023   23:38
KOBANÊ

Kesayetên ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kirine, bîranînên hevdîtinê parastine. Welatiyê bi navê Eto Miho li Şam û Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li herêma Bîqa ya Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dît.

/kr/uploads/files/2023/04/26/180624_eto.webp

Eto Miho ji bajarê Kobanê ye, bavê şehîd Ferman Kobanê û xwişka şehîd Dicle Kobanê ye. Her wiha 2 zarokên wî di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de têkoşînê dikin.

Miho qala hevdîtina xwe ya yekemîn a bi Rêveber Abdullah Ocalan re kir û got: "Ez li gel dostekî xwe bûm, kesekî ji pişt ve min hembêz kir. Di wê kêliyê de hestekî xurt di hundirê min de çêbû. Min li pêş xwe nêrî min dît Rêber Abdullah Ocalan e.  Rêbertî ji kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li ser min bihîstibû. Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo me wekî Kurd û gelê herêmî mîladek bû."

Miho got, li gel Rêber Abdullah Ocalan rihekî îlhî heye û wiha pê de çû: "Em çi qasî behsa Rêbertî bikin em nikarin wî wesif bikin. Jiyana Rêbertî ji jiyana mirovên din cuda bû, 2 saetan tenê xew dikir, agahiyên wî li ser hemû baweriyan xweda hebû, tevgera firindeyan û bêdengiya keviran dişopand. Her wiha xweza û mirovên ji dîtina ewilî analîz dikir. Bi kurasî em dikarin bêjin ku li gel Rêbertî rihekî îlahî heye."

Eto Miho diyar kir ku beriya şoreşa ku Rêber Abdullah Ocalan ragihand, bi dehan şoreş rabûn, lê bi bin ketin û got: "Lê şoreşa Rêbertî ya li dijî destpotiyê biser ket. Eger em sedemên vê yekê lêkolîn bikin em ê bibînin ku Rêbertî beriya ku şoreşê binase xwe nas kir. Yên xwe nas bike wê bighêjin rêya azadiyê. Em jî îro li ser vê rêyê dimeşin ku Rêbertî ji me re diyar kiriye, em ê bendan bişînin. Şoreşa ku Rêbertî ragihandiye di lûtkeyê de ye û li tevahî cîhanê belav bûye, bi mîlyonan kes li ser fikr û xeta wî dimeşin."

Miho di dewama axaftina xwe de got: "Rêbertî banga mafên hemû pêkhateyan dike, banga mafên gelê Kurd tenê nake. Dema ku tu daxwaza mafên kesên din bikî û ji tu mafên xwe bêpar bî, di vir de em mirovahiya rasteqîn dibînin. Tevahî cîhan ji vê yekê ditirse. Rêbertî bi fikr û felsefeyekê gelên parçebûyî ku di nava tarîtiyê de bûn anî gel hev. Em encamên vê yekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin, ku Rêveberiya Xweser tevahî pêkhateyan di bin sîwanekê de hembêz dike û wan ji şerê dewleta Tirk a dagirker diparêze."

ʹTECRÎD BIRYARA DEWLETÊN MEZIN Eʹ

Miho bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û got: "Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe ku li tevahî cîhanê belav bûye, di hevsengiyên navneteweyî de heasbekî mezin jê re tê kirin. Îro hêzên herî mezin li ser rûyê erdê ji Rêbertî ditirsin, ji ber vê yekê li hemberî tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk a dagirker li ser wî ferz kiriye, bêdeng in. Di esas de biryara tecrîdkirinê ji aliyê van dewletan ve hatiye dayîn ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

Eto Miho bang li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê kir ku li dijî tecrîdê dakevin qadan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Pirsgirêka kurdî û pirsgirêkên herêma Rojhilata Navîn hewcedarî çareseriyê ne û kilîta çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Ji ber vê divê her kes li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bike heta ji pençên destpotiyê xilas bibin."

(bb)

ANHA