Ji ber êrişan û dorpêçê 7 zarok şehîd bûn

Di 4 mehên dawîn de, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 zarok şehîd bûn.

Ji ber êrişan û dorpêçê 7 zarok şehîd bûn
27 nîsan, 2023   03:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa me eşkere kir ku ji destpêka sala 2023'yan ve, 7 zarok şehîd bûn. Ji wan 4 zarokan di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 2 zarok jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û zarokek di encama teqîna bermahiyên şer ên hikumeta Şamê li Şehbayê de, şehîd bûn.

Her wiha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 4 zarok birîndar bûne.

Bîlanço wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 23'yê Nîsanê de seat di 18:00’an de gundê Eyn El Ebid ê navçeya Til Temir topbaran kir.

Di encamê de 3 xwişk û bira; Meryem Xidir Iwês(10), Itîdal Iwês (9) û Ebdulezîz Xidir Iwês (8) şehîd bûn û zarokê bi navê Mihemed Salih Xidir Iwês (8) û Zehir Xidir Iwês (14) birîndar bûn.

Di 16'ê Sibatê de li gundê Boban ê rojavayê Kobanê gule bi ser zarokê bi navê Mosa Mustefa Bekhandî (16) bi guleya leşkerên artêşa Tirk a dagirker di lingê xwe de birîndar bû.

Di 29'yê Çileyê de li gundê Başemrê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî, mayîneke berhmahiyên hêzên hikumeta Şamê bi zarokê bi navê Îso Rehmo Erebo (14) de teqiyq û di encamê de şehîd bû.

Di 18'ê Çileyê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker erebeyek li nêzî gundê Meşûq ê di navbera Dêrik û Qamişlo de kir hedef û di encama wê de zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî Salim (12) û her wiha 2 welatî şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Ji ber ku Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê dorpêçek li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, di 7'ê Çileyê de 2 zaokên bi navê Hisên Kîbar (17 roj) û Wîsam Sîdo (4 sal) ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Di 6'ê Çileyê de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirke rojavayê Eyn Îsayê bombebaran kir û di encamê de Elî Xelîfe El Elî (10) birîndar bû.

(dm/şx)

ANHA