​​​​​​​Dewleta Tirk hewl dide li Sûriye û Iraqê Mîsaqê Millî temam bike

Nivîskar û şîrovekarên siyasî diyar kir ku ji ber lawazbûna siyasî û leşkerî ya li Sûriye û Iraqê ku Enqere ji bo dagirkirina rûberên fireh bi kar aniye, wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu ew daxuyaniya xwe da. Ev daxuyanî ji bo temamkirina Mîsaqê Millî bi hincetên derew  in. Nivîskaran got ger hêzeke rasteqîn li hember van êrişan hebe, dewleta Tirk nikare di vê yekê de dewam bike.

​​​​​​​Dewleta Tirk hewl dide li Sûriye û Iraqê Mîsaqê Millî temam bike
27 nîsan, 2023   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê de got hêzên welatê wî ji bakurê Iraq û Sûriyeyê venakişin.

Çavuşoglu di axaftina xwe de gelek derew kirin û got ew naxwazin parçeyên ji Sûriyeyê qut bikin û heta ewlehî û îstîqrar li bakurê Sûriyeyê pêk neyê, hêzên welatê wî ji Sûriyeyê venakişin. Tevî ku tê zanîn li herêmên Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, alozî, sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û şerê navxweyî yê çeteyan heye. Li Iraqê jî hêzên Tirkiyeyê herêmên Iraqê topbaran û bombebaran dikin, gundên bi ser sînor ve wêran dikin û welatiyan qetil dikin.

Beriya civîna ewlehiyê ya li Moskovê, Çavuşoglu ev daxuyanî da. Ji bo normalîzekirina di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de civîneke ewlehiyê ya wezîrên parastinê yên Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê hate lidarxistin. Daxuyaniyên Çavuşoglu dijî şertên hikumeta Şamê yên vekişîna hêzên Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê bûn.

Ev daxuyanî piştî 20 rojan ji êrişa dewleta Tirk a li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ye ku di 7′ê Nîsanê de çêbûye. Li hember vê êrişê, gel û rayedarên iraqî nerazîbûn nîşan dan û bi binpêkirina serweriya Iraqê wesifand û hate gotin ku divê sînorek ji sûcên dewleta Tirk ên berdewam re bê danîn.

′JI BO PÊKANÎNA MÎSAQÊ MILLÎ ŞOREŞA SÛRIYEYÊ BI KAR ANÎ′

/kr/uploads/files/2023/04/26/180139_.webp

Nivîskar û siyasetmedarê sûriyeyî yê muxalif Elî El Emîn El Siwêd got dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya AKP′ê krîza Sûriyeyê ji bo projeya xwe ya firehkirinê bi kar anî. Ew yek bi tevlêkirina Lîwa Iskendron ê bakur û rojavayê Sûriyeyê dest pê kir.

El Siwêd ji ajansa me re wiha got: "Dema lawazbûna siyasî û leşkerî li Sûriye û Iraqê çêbû, dewleta Tirk firsend dît û bi hinceta şerê li dijî terorê rûberên fireh ên bakurê Iraq û Sûriyeyê bi kar anî."

El Siwêd wiha domand: "Dema wezîrê karên dreve yê dewleta Tirk a dagirker dibêje ew ji bakurê Sûriye û Iraqê venakişin, ew rastiyê dibêje ku dewleta Tirk destê xwe daniye ser van xakan û wek mafê xwe dibîne. Çi dibe jî ji wir venakişe."

El Siwêd wiha pê de çû: "Yê ku bi baldarî rewş û sedemên destwerdanên leşkerî yên dewleta Tirk li Sûriyeyê dişopîne dê bi hêsanî fêm bike ku erka dewleta Tirk têkbirina şerê çekdarî ji bo berjewendiya rejîma Esed e û dê xelata wî jî bakurê Sûriyeyê be ku tev li xaka xwe bike. Bi wê re tîmayên her du dagirkeran; Tirkiye û Rûsya bi timayên Beşar Esed re bûn yek û berdêl çi dibe dev ji desthilatê bernade. Ger were xwestin dê dev ji xaka Sûriyeyê jî berde, mîna bavê wî Colan daye Îsraîlê."

′HERÊMÊN ÇETEYAN′

Çavuşoglu ku welatî wî destek da çeteyên DAIŞ′ê, El Nusra û serçeteyên wan li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê dihewîne, got ew ji bo têkoşîna li dijî terorê li bakurê Sûriye û Iraqê bimînin.

El Siwêd wiha got: "Herêmên dagirkirî herêmên çeteyan e û derveyî qanûnê ne. Sedema wê jî ew e ku dewleta Tirk bi sextekarî û derew ala çeteyan bilind kir, da ku xêr û bêrên herêmên dagirkirî talan bike û welatiyan bi darê zorê koçber bike û demografiya herêmê biguherîne. Ew yek jî timayên rejîma Sûriye û Tirkiyeyê pêk tîne. Lê ji ber ku dewleta Tirk tu pereyan ji xezîneya xwe nade çeteyan, hişt ku çete her tiştî bikin, heta ku bibe sedema şerê navxweyî yê çeteyan jî da ku qezencên mezin wergirin."

El Siwêd diyar kir ku berpirsên tirkan hewl didin ku armanca xwe ya dawî ya hebûna li bakurê Sûriyeyê bi belavkirina derewan li sosyal medya yên herêmî û navneteweyî veşêrin. Ji bo ku hêzên xwe li bakurê Sûriyeyê bimîne yan jî venekişîne hincetên derew û dûrî rastiyê dide. Ji wan hincetan jî; avakirina herêmeke ewle ji bo parastina sûriyeyiyan, parastina ewlehiya neteweyî ya tirkî û parastina xaka Sûriyeyê.

Nivîskar û şîrovekarê sûriyeyî yê muxalif El Siwêd destnîşan kir ku ger Erdogan di hilbijartinan de bi ser ket an jî bi ser neket dewleta Tirk ji bakurê Sûriyeyê venakişe û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ger gel li hember Tirkiye şer nekir ji bo ku bakurê Sûriyeyê rizgar bike, Tirkiye bi xwe jê dernakeve.”

′RAGIHANDINEKE DAGIRKIRINÊ YA EŞKERE′

Li gorî Rojnewsê, parlamenterê Hevpeymana Fetih a Iraqê Kerîm Ilêwî li ser daxuyaniyên Çavuşoglu wiha axivî: "Ew ragihandineke eşkere ya dagirkirinê ye. Ev jî nayê qebûlkirin û em hebûna hêzên dagirker li hundirê xaka Iraqê qebûl nake, bi taybet parlamentoya Iraqê biryar da ku tevahî hêzên biyanî ji Iraqê derkevin.

Ilêwî destnîşan kir ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê bang li balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê kir û muzakereya protestoyê ya li dijî daxuyaniyên Çavûşgolu radestî wî kir. Her wiha Ilêwî bang li civata navneteweyî kir ku van hêzan derxin ku gefan li ewlehiya neteweya Iraqê dixwin.

Li aliyekî din jî, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Amir El Fayiz jî got divê bi rêya civîneke awarte ya Komkara Erebî bi beşdariya tevahî dewletên Ereban li ser daxuyaniyên Çavuşoglu were sekinandin da ku helwesteke Erebî ya piştgirî Iraqê li dijî dewleta Tirk bê nîşandan. Ji ber ku ev daxuyanî binpêkirina serweriya neteweyî ye.

′JI BER LAWAZIYA SIYASÎ YA IRAQÊ ÇAVUŞOGLU EV DAXUYANÎ DAN′

/kr/uploads/files/2023/04/26/180157_-.webp

Têkildarî daxuyaniyên wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê Iraqê Necim El Qesab got tiştê hiştiye Enqere vê daxuyaniyê bide; lawaziya siyasî û çapemeniyê ya dewleta Iraqê ye.

El Qesab ji ajansa me re wiha got: "Dewleta Tirk krîzên li hundirê Iraqê fînanse dike. Her wiha hewl dide ku krîzên li hundirê welatê xwe yên aborî, siyasî û civakî derxe dewletên cîran; Iraq û Sûriyeyê."

El Qesab got ger hêzeke rasteqîn li hundirê dewleta Iraqê ji bo sekna li hember sûcên dewleta Tirk hebe, ew nikare vê yekê berdewam bike û da zanîn ku hikumeta Iraqê dikare bi vê yekê re bide û bistîne, anku dikare hemû kel û pelên ji Tirkiyeyê tên Iraqê bisekinîne, da ku aboriya Tirkiyeyê ku di bingeh de hilweşyayî ye, bixetimîne."

(fr)

ANHA