​​​​​​​Nivîskar Wîsam Cewad: Divê diyalog esas bê girtin

Lêkolîner û pisporê kar û barên siyasî Wîsam Cewad destnîşan kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser gaveke rast e û got “Ji bo gihîştina çareseriyê divê hemû alî diyalogê esas bigirin.”

​​​​​​​Nivîskar Wîsam Cewad: Divê diyalog esas bê girtin
27 nîsan, 2023   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareseriya krîza Sûriyeyê eşkere kir.

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê li paytexta Rûsyayê Moskovê dimîne Wîsam Cewad têkildarî mijarê axivî.

Wîsam Cewad got: "Di piranî panelên têkildarî doza kurdî de çi di televîzyonên fermî yên Sûriyeyê de yan jî di yên opozîsyonê de, min nêrîna xwe li ser çareseriya nakokiyan parve kiriye. Li gorî min, çareseriya yekane ji bo derbaskirina nakokiyan, bi rêya diyaloga siyasî ya nerm û xwesteka derbasbûna bendên çêkirî dibe. Ji ber ku aliyên derve ne xêrxwazên gelê Sûriyeyê ne.”

Cewad wiha domand: "Di hemû diyalogan de ez ne bi tu aliyan re bûm. Di kanalên fermî de min anî ziman ku divê mîna welatiyên din ên Sûriyeyê, mafên neteweyî yên rewa yên birayên me yên Kurd jî li ber çavan bên girtin."

Wîsam Cewad destnîşan kir ku dereng hatibe eşkerekirin jî, beyannameya Rêveberiya Xweser gavek rast e û got: “Ya niha ji tevahî aliyên têkildar tê xwestin ew e; ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê diyalogê esas bigirin.”

(fr/c)

ANHA