​​​​​​​Şêniyan dest bi danîna şitilên sebzeyan kir

Cotkarên sebzeyan û şêniyên gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi danîna şitilên sebzeyan kir.

​​​​​​​Şêniyan dest bi danîna şitilên sebzeyan kir
27 nîsan, 2023   04:44
KOBANÊ

Her sal di dawiya meha Nîsanê de cotkarên sebzeyan û şêniyên li gundan şitilên sebzeyên havînê yên ku li baxçeyên sergirtî hatine danîn, vediguhêzin erdên çandiniyê.

Çandina sebzeyên havînê jêdera sereke ya gelek malbatên li gundan e. Sebzeyên ku li herêmê têne çandin bi erzanî tên firotin.

Li herêmên li qiraxa çemê Firatê, kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê û navçeya Qenaya ya Kobanê sebze di rûberên fireh de tên çandin, ji ber ku ev dever bi axa xwe ya baş û hebûna avê tên naskirin.

/kr/uploads/files/2023/04/26/180000_0000000.webp

Cotkarê bi navê Muhened Ezîz ê ji Qenayayê diyar kir ku ew di van rojan de şitilên bacanên sor û yên reş û îsotan diçînin.

Ezîz xwest destek ji bo çandiniyê were dayîn. Her wiha pêşniyar kir ku sûkên taybet ên sebzeyan werin vekirin, ji ber ku bi erzanî tên firotin û da ku rê li ber keysbaziya bazirganan were girtin.

Cotkar di meha Sibatê de sebzeyan di baxçeyên sergirtî de diçînin, da ku ji barana xurt û seqemê werin parastin, piştî geş dibin, wan ji baxçeyên sergirtî vediguhêzin erdên taybet ên çandiniyê.

(bb)

ANHA