TEV-DEM: Sûcên dewleta Tirk a dagirkirî plankirî ne

Meclisa TEV-DEM′ê ya herêma Firatê got, sûcên dewleta Tirk a dagirker plankirî ne û bang li hêzên navneteweyî û herêmî kir ku bi lez tev bigerin û dawî li van sûcan bînin.

TEV-DEM: Sûcên dewleta Tirk a dagirkirî plankirî ne
26 nîsan, 2023   11:37
KOBANÊ

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firtê têkildarîê êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê ku di encamê de şervanekî QSD′ê şehîd bûbû, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li qada Şehîd Egîd a li bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan endamên tevgerê hat dayîn. Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê Ehmed Dawûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ʹʹDuh, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li başûr Kobanê erebeyeke sivîl bombebaran kir. Di encamê de welatiyekî Kobanê şehîd bû û 2 jî birîndr bûn. Ev êriş hemwextî beyannameya çareserkirina krîza Sûriyeyê ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye, hat kirin.

TEV-DEMʹê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û rasterast gefê li jiyana sivîlan dixwe. TEV-DEMʹê got, dewleta Tirk hemû pîvan û peymanên navneteweyî binpê dike û civata navneteweyî hesab jê napirse.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanc ji van êrişa têkbirina ewlehî û îstîqrara Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha hat domandin: ʹʹMîna van êrişan xeteriyeke rasteqîn li dijî siberoja herêmê çêdike, têkoşîna li dijî terorê û paqijkirina herêmê ji çeteyên DAIŞʹê asteng dike. Dîsa xetereyê li ser siberoja çareseriya siyasî ya ji bo Sûriyeyê çêdike û hewldanên navneteweyî yên bi armanca pêkanîna ewlehî û aştiyê li herêmê lawaz dike. Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide krîza xwe ya hundirîn derxe derve, nemaze ku qada hundirîn de bin ketiye û giraniya partiya serdest bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re paşketiye."

TEV-DEM′ê destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker dike plankirî ne û bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan nîşaneya dualîteya pîvanên navneteweyî ye.

TEV-DEM′ê di daxuyaniya xwe de bang li aliyên navneteweyî û herêmî kir ku bi lez tev bigerin, zextên cidî û aktîf li hikumeta Tirkiyeyê bikin da ku reftarên xwe yên dijminane li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike.

(fr/bb)

ANHA