Nasnameya şervanê ku di êrişa Kobanê de şehîd bûye hat eşkerekirin

Hêzên Sûriya Demokratîk nasnameya şervanê ku di êrişa duh a li Kobanê de şehîd bûye, eşkere kir.

Nasnameya şervanê ku di êrişa Kobanê de şehîd bûye hat eşkerekirin
26 nîsan, 2023   11:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yek ji lehengên me li gundewarê Kobanê di êrişa keşfa biçek a dewleta Tirk a dagirker de hat şehîdxistin. Erebeya ku hevalê me Mazlûm Dogan (Sabrî Ehmed Ebdullah) tê de bû, dema ku vedigeriya cihê karê xwe hat hedefgirtin.”

Di dewama daxuyaniyê de li ser têkoşîna şehîd Mazlûm ev agahî hatin parvekirin: “Hevrêyê me sala 2012`an tev li nava hêzên me bû. Ji Berxwedana Kobanê bigire û heta operasyonên li djiî DAIŞ`ê, li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê beşdarî gelek şer û operasyonan bû. Her wiha di bersivdayîna êrişên hêzên dewleta Tirk a dagirker de cih girt û di hember şeran de bi ruhekî mezin li ber xwe da. Hevrêyê me tev li karwanên nemiran bû û li dû xwe sicilekî bi û nirxên dilsoziya bi vê xakê re dagirtî, hişt.”

QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd Mazlûm û hemû malbatên şehîdan re xewst û soza tolhildanê û berdewamkirina têkoşîna li ser rêya şehîdan, nû kir.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Mazlûm Dogan

Nav û Paşnav: Sabrî Ehmed Ebdullah

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Kobanê-Qeremox, 1986

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, 25`ê Nîsanê-2023.”

(c)