Li Tehranê ji ber hîcaba bi zorê êrişî xwendekaran kirin

Li fakulteya hunerên ciwan a zanîngeha Tehranê erkdarên ewlehiyê, bi hinceta ku xwendekarek jin qedexeya hîcaba bi zorê îhlal kiriye êrişî xwendekaran kirin.

Li Tehranê ji ber hîcaba bi zorê êrişî xwendekaran kirin
25 nîsan, 2023   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li fakulteya hunerên ciwan a zanîngeha paytexta Îran Tehranê, bi hinceta ku xwendekarek jin qedexeya hîcaba bi zorê îhlal kiriye erkdarên ewlehiyê êrişî xwendekaran kirin.

Erkdarên ewlehiyê, bi hinceta ku li gorî quralên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye xwendekarek jin rawestandin û xwestin ku dest bidin ser çente, nasname û telefona wê. Li hemberî vê sekna erkdarên ewlehiyê, xwendekarên derdorê jî helwest nîşan dan û dest bi çalakiyan kirin. Erkdarên ewlehiyê 2 xwendekaran saetek girtin û gef li wan xwarin.

Piştî bûyerê xwendekarên ku li ber avahiya ewlehiyê kom bûn, xwestin der barê mijarê de daxuyaniyek were dayîn û çalakiya xwe ya şermezarkirinê berdewam kirin.