​​​​​​​Di êrişa li Kobanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû

Têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a vê sibehê ya li başûrê Kobanê, QSD`ê da zanîn ku di êrişê de şervanekî wan şehîd bûye.

​​​​​​​Di êrişa li Kobanê de şervanekî QSD’ê şehîd bû
25 nîsan, 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişa li ser erebeyekê li başûrê kantona Kobanê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin: “Îro sibehê saet di 10:30’an de, erebeyek ku şervanekî me tê de bû, rastî êrişa balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk hat û di encamê de şervanê me şehîd bû.”