​​​​​​​Rojnameyên erebî: Agirê li Sûdanê dibe ku li tevahiya herêmê belav bibe

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî normalîzekirina têkiliyan a di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, rewşa li Sûdanê û Îranê nivisîn.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Agirê li Sûdanê dibe ku li tevahiya herêmê belav bibe
25 nîsan, 2023   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NORMALÎZEKIRINEKE HÊDÎ DI NAVBERA SÛRIYE Û TIRKIYE DE’’

Têkildarî rojeva Sûriyeyê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Wezîrê parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar duh ragihand ku îro li Moskovê gereke din a dan û standinên di navbera rayedarên Sûriye û Tirkiyeyê de bi beşdariya Îranê li dar dikeve.

Li gorî çavdêran, Şam û Enqere hêdî nêzî mijara normalîzekirinê dibin heta ku nakokiyên di navbera xwe de têkildarî gelek dosyayên li pêşiya lidarxistina civînên yekser, di serî de hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê, çareser dikin.

Akar der barê civînê de got ew ji civînê armanc dikin ku pirsgirêkan bi rêya dan û standinan çareser bikin û di zûtirîn demê de aştiyê li herêmê pêk bînin.

Li gorî çavdêran baweriya Şamê bi Enqereyê nîn e, normalîzekirin hêdî bi rê ve diçe û ev nîşan dibe ka çima Şamê xwe spartiya navbeynkariya Rûsyayê yan jî mekanîzmaya çaralî bi beşdariya Îranê.

Enqere jî hewl dide sûdê ji vegera Sûriyeyê li civata erebî bigire, ji bo ku bi Şamê re li hev were. Lê rejîma serokê Sûriyeyê Beşar El Esed tercîh dike ku mijaran ji hev cuda bike. Nexasim ku ji bo rejîmê civata erebî gelek girîng e û dikare piştgiriya erebî ya ji bo opozîsyonê paşguh bike.”

‘HIŞYARIYEKE NAVNETEWEYÎ KU AGIRÊ SÛDANÊ DERBASÎ HERÊMÊ BIBE’

Der barê rewşa li Sûdanê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres hişyarî da ku bûyerên tundiyê yên domdar ên li Sûdanê derbasî herêmê bibin. Rayedarekî amerîkî behsa însiyatîfeke navneteweyî kir, ji bo destpêkirina navbeynkariyeke diyalogê di navbera her du aliyan de ku li Riyadê di çend hefteyên bê de li dar bikeve.

Guterres di nîqaşa Meclisa Ewlehiyê de ya der barê pirrengiyê de got rewşa Sûdanê her ku diçe xirab dibe.

Guterres diyar kir ku divê tundî raweste û hişyarî da ku dibe rewşa li Sûdanê derbasî tevahiya herêmê bibe. Her wiha destnîşan kir ku divê her kes hewl bide Sûdanê ji xetereyê xilas bike û banga rawestandina agirbestê kir.

Sky New Erebiye ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî amerîkî, ragihand ku şandeyeke dîplomatîk ku ji nûnerên wezîratên karên derve yên Amerîka, Erebistana Siûdî, Îmarat û Misir û Yekitiya Afrîkayê û Yekitiya Ewropayê pêk tê, di nava peywendiyan de ne, da ku navbeynkariyeke diyalogê ragihînin, ji bo ku her du aliyên nakok ên Sûdanê li hev bicivînin û dê li Riyadê li dar bikeve.

Hikumeta Fransayê ragihand ku ji ber rewşa li Sûdanê ew bi şirîkên ewropayî re di nava peywendiyeke xurt de ne.”

‘JI BER XWEPÊŞANDANAN CEZAYÊN NÛ YÊN LI DIJÎ TEHRANÊ’

Têkildarî rojeva Îranê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Piştî xwepêşandanên li Îranê ji Îlona borî ve dest pê kiriye û desthilata li wir bi tundî bersiva wan xwepêşandana daye; DYA, Brîtanya û Yekitiya Ewropayê duh ragihand ku cezayên din li Tehranê ferz dikin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê got dê 4 fermandên Pasdarên Îranê û polîsên Îranê ceza kirine.

Yekitiya Ewropayê jî, ceza li 2 parlamenter, efserekî Pasdarên Îranê û 5 îraniyan din ferz kir. Meclisa Ewropayê jî destnîşan kir ku wê jî biryar daye ku ceza li şîrketekê ferz bide ku destê wê di şopandina opozîsyonê de heye. Ewropiyan bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê li dijî xwepêşandêran rawestîne û betal bike.

Brîtanyayê jî ceza li 4 fermandarên payebilind ên Pasdarên Îranê ferz kirin û destnîşan kir ku ew berpirsên bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşandanan in.

Li gorî ajansa ÎRNA ya fermî, li hember vê helwesta rojavayî jî, Wezareta Karên Derve ya Îranê navên 17 kes û saziyên brîtanî û ewropî xistin lîsteya cezayan, ji ber ku ji bo tundiyê tehrîk kirine.”

(şx)