​​​​​​​Li Sûdanê agirbest hat ragihandin

Wezîrê karên derve yê DYA’yê ragihand ku li Sûdanê ji bo 3 rojan biryara agirbestê hatiye ragihandin.

​​​​​​​Li Sûdanê agirbest hat ragihandin
25 nîsan, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken ragihand ku her du aliyên şer ên Sûdanê biryara agirbestê ya ji bo 72 saetan qebûl kiriye. Agirbestê şeva 24’ê Nîsanê dest pê kir.

Ji 15’ê Nîsanê ve li paytexta Sûdanê Xertûmê, di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer heye.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di şerê li Sûdanê de heta niha 413 hatine kuştin û 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.