​​​​​​​Trajediyeke din a Ermenan

Di dema Komkujiya Ermenan de, hê 9 salî bû dayik û xwişkên wê kuştin, ew bi mislimanekî re dan zewicandin û bi zorê kirin misliman. Wê bi xwe jî bawer kir ku ew misliman e, dema ku hat xilaskirin jî malbata xwe nas nekir.

​​​​​​​Trajediyeke din a Ermenan
24 nîsan, 2023   04:40
QAMIŞLO

Di ser qirkirina Ermenan re 109 sal derbas bûn. Trajediya vê qirkirinê hê jî bi rengên cuda dewam dike. Bîranîna qurbaniyên wê jî di mêjî û dilê hemû kesên ku zilm û zordestiya dewleta Osmanî û komara Tirkiyeyê ya nûjen dîtiye, hê jî zindî ye.

Zêdetirî 30 dewletên cîhanê Komkujiya Ermenan bi fermi nas kiriye. Herî dawî 107 sal piştî qirkirinê, DYA`yê jî qirkirina Ermenan wek jenosîd bi nav kir. Lê dewleta Tirk a dagirker hê jî qirkirina komî ya li dijî Ermenan pêk aniye, înkar dike û qirkirinê didomîne. Şerê dawîn ê di navbera Azerbeycanê ku dewleta Tirk piştgirî dayê û Ermenistanê de û dorpêça li ser Qerebaxê, şêweyekî qirkirina berdewam a li dijî Ermenan bû.

Jenosîda Ermenan ku nîvê sala 1914`an dest pê kir û heta 1916`an dewam kir û di encamê de nêzî milyon û nîv Ermen hatin kuştin, tenê di wê demê de sînordar nema û ne tenê qirkirineke fîzîkî bû, lê belê li dijî Ermenên ku beşeke mezin ji wan reviyaye Sûriyeyê jî, binpêkirinên mezin hatin kirin.

Yerawent Mosîsiyan welatiyekî Ermen e, dayik û bavê wî ji komkujiyê reviyan û hatin Rojava û li vir bi cih bûn. Ew bi xwe jî li bajarê Qamişlo hat dinê, niha jî xwediyê dikaneke kopîkirina kilîtan e.

Mosîsiyan sala 1947`an ji dayik bû û niha 76 salî ye. Ruxmî temenê xwe yê mezin, çîrok û trajediya qirkirina Ermenan ku ji dayik, bav, xizm û cîranên xwe bihîstine, ji bîr nekirine û hê jî wê êşê dikişîne.

Bavî wî Abraham Mosîsiyan û dayika wî Sîran Sarkîsyan ji komkujiyê direvin û ji gundekî derbasî gundekî din dibin. Ew sala 1929`an ji gundê Sîlîvan ê Amedê tên û derbasî Sûriyeyê dibin, bi vî rengî ji qirkirinê difilitin.

Dayik û bavê Mosîsiyan di rê de bi heqaretê re rû bi rû dimînin û tên şelandin.

ÇÎROKA KU JI BÎRA YERAWENT NAÇE

Ji nava gelek çîrokên qirkirinê û sûcên li dijî Ermenan, çîrokek hîna jî ji bîra Yerawent neçûye. Ew jî çîroka dayika wî ye. Yerawent dayika xwe bi “Sîrana çîl û xweşik” pênase dike. Bavê Sîranê tevî du xwişkên wê di komkujiyê de hatine kuştin.

Yerawent çîroka dayika xwe wiha vedibêje: “Erdekî malbata dayika min hebû, malbateke misilman wek karker di wî erdî de kar dikir. Ev malbata misilman dayik û 2 xwişkên dayika min dikujin û dest datînin ser milkên wan. Piştre dayika min ku wê demê hê 9 salî bû bi zorê bi mislimanekî re didin zewicandin.

Piştî ku didin zewicandin, wê bi zorê dikin misliman. Bi demê re dayika min bi xwe jî bawer dike ku ew misilman e. Piştre apê dayika min wê bi dizî ji malê derdixe û dixwaze wê hevjînê wê xilas bike. Dayika min destpêkê qebûl nake ku bi apê xwe re biçe, ji ber ku dizane ew xiristiyane, ew jî xwe misliman dibîne.”

Piştre apê dayika min wê hildigire û dixwaze çemekî ku nayê bîra min li kîjan herêmê bû, derbas bike. Dayika min ditirse û digirî û ji apê xwe re dibêje: “Tu xiristiyan î, tu yî min bikujî”.

Piştî zehmetiyek mezin çem derbas dikin û dayika min îqna dikin ku ew xiristiyan e. dayika min piştre bavê min Abraham Mosîsiyan re dibîne û pê re dizewice.”

Yerawent Mosîsiyan dibêje rêya herî guncaw ji bo pêkhateyên herêmê da ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst bisekinin û komkujî û qirkirinên li dijî wan dubare nebin, hişyarkirin û zanakirina nifşê heyî ye.

(c)

ANHA