16 salin di çêkirina xafika masiyan de pispor e

Mûna El Hamid nêzî 16 sal in xafikên masiyan çêdike û tê de pispor e. Mûna got dê bi pîşeya xwe, li hember hemû şert û mercan bisekine.

16 salin di çêkirina xafika masiyan de pispor e
24 nîsan, 2023   03:27
DÊRAZOR- FATIME EL EBID

Pîşeya çêkirina xafika masiyan, li beravên çem û deryayan, pîşeyeke kevnar e.

Mûna El Hemid (27) ji  Dêrazorê ye, nêzî 16 salan di vê pîşeyê de dixebite. Der barê vê pîşeyê de wiha axivî: “Ev pîşeyeke zehmet e û bi westan e. Dema 11 salî bûm, ez ji bavê xwe fêrî vê pîşeyê bûm.”

Xafika masiyan bi dirêş, cewbir û bandên zeliqok tê çêkirin.

Mûna xafikên xwe bi dirêjahiya 4 heta 20 metreyan û firehiya 2.5 û 3 metreyan li gorî daxwazan çêdike.

Li gorî Mûna, ev pîşe baldarî û demê dixwaze, çêkirina her xafikekê hefteyekê dem dixwaze û carnan du hefteyan dirêj dike. Her wiha Mûna navbera karê malê û çêkirina toreyan de koordîne dike.

Mûna der barê sirên vê pîşeyê de wiha axivî: “Ji bo girtina masiyan 3 cure xafik hene; mezin, navîn û biçûk. Ji bo her cureyekê dirêşeke taybet heye.”

Her wiha diyr kir ku kirîna xafikên bi destan tên çêkirin, zêde ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Li herêma me, ên di vê pîşeyê de kar dikin kêm in. Piraniya wan jî xafikan bi makîneyan çêdikin. Lê ew cure, zû diqete û dirize. Lê xafika bi destna hatiye çêkirin saxlim e.”

Mûna dayika 6 zarokan e û pêdiviyên malê ji vê pîşeyê peyda dike. Mûna got: "Hevjîna min di nêçriya masiyan de kar dike. Em bi vî awayî debara xwe dikin. kêm jin vî karî dikin."

Mûna da zanîn ku tevî karê xwe, alîkariya hevjînê xwe dike, ji ber ku ev pîşe têra kirîna pêdiviyên rojane nake.

Li hember zehmtiyan û rexneyên civakê ku ev pîşe ne li gorî jinan e, Mûne got: “Tu ferq di navbera jin û mêran de tune ye. Karê jinan e jî ne şaş e. Ez ê karê xwe temam bikin û li hember hemû şert û mercan bisekinin. Ji ber ku ez vê pîşeyê hez dikim ku min ji bavê xwe girtiye.”

(dm/şx)

ANHA