​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker êrişên li ser qadên berxwedanê didomîne

Artêşa Tirk a dagirker duh jî qadên berxwedanê carekê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombebaran kirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker êrişên li ser qadên berxwedanê didomîne
23 nîsan, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ev agahî dan:

"22’yê Nîsanê saet 14.10’an artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê Girê Cûdî kir. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv da û di encamê de şer qewimî.

22’yê Nîsanê çeperên me yên li Sîdayê bi çekên qedexe carekê hatin bombekirin.

22’yê Nîsanê Girê Cûdî û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê yê li Qada Berxwedanê Girê Amediyê bi balafirên şer 4 caran hatine bombebarankirin.

21 û 22’yê Nîsanê Qadên Berxwedanê Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 47 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatiye bombebarankirin."