​​​​​​​Welatiyên Serêkaniya dagirkirî li dijî kiryarên dagirkeran derketin xwepêşandanê

Welatiyên gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî, li dijî hêzên dagirkeriyê derketin xwepêşandanê ji ber ku xendeq di nava zeviyên wan de dikolin.

​​​​​​​Welatiyên Serêkaniya dagirkirî li dijî kiryarên dagirkeran derketin xwepêşandanê
23 nîsan, 2023   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şêniyên gundên Rawiye û El Ezîze yên Serêkaniyê ya dagirkirî, derketin xwepêşandanê ji ber ku hêzên dagirkeriya Tirk di nava zeviyên wan de ku bi 300 metre dûrî sînor in, dikolin.

Xwepêşandanên ku ev du roj in li ser hev li kolanan in, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike axa wan parçe bike ji bo ku wê kontrol bikin. Ji ber wê bi keviran êriş alavên ku pê zevî tên kolan, kirin.

Li gorî SOHR`ê hêzên leşkerî çûn hawara hêzên dewleta Tirk ji bo ku xwepêşandanê rawestînin.

Di 21`ê Çileyê de çeteyên Sultan Murad ên Artêşa Nîştimanî dibistanê gundê Sefih ê başûrê Serêkaniiyê desteser kir ş veguherand baregeheke leşkerî.

(şx)