Li Kobanê ciwanek hat kuştin

Li gundê Cibnê yê Kobanê ciwanê bi navê Mihemed Bozan hat kuştin.  

Li Kobanê ciwanek hat kuştin
23 nîsan, 2023   11:23
KOBANÊ

Ciwanê bi navê Mihemed Bozan (25) ê ji gundê Cibnê ji ber xwîdariya ku 11 sal e didome, hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, dema ku Mihemed Bozan li mezreya xwe ya fistiqan a li gundê Cibnê bû, 2 ciwanên ji gundê Aşmê çûne wir, gule lê reşandine û ji serê xwe birîndar bûye.

Şêniyên gund Mihemed Bozan rakir Nexweşxaneya Emel a li Kobanê. Lê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Bozan dibe qurbaniyê 5`emîn ê vê doza xwînê ya di navbera her du gundan de (Aşmê û Cibnê) ku ji sala 2012`an de dewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser bûyerê dest bi lêpirsînkirinê kir.

Kesê bi navê Miso Hiskê yê ji gundê Aşmê sala 2012`an ji aliyê kesekî ji gundê Cibnê ve hat kuştin. Piştre malbata Hiskê kesê bi navê Mistefa Beşar ê ji gundê Cibnê kuşt.

Di sala 2017`an de hin ciwanên çekdar ên ji gundê Cibnê li taxa Sînaa ya Kobanê da pey ciwanekî û bavê wî yên ji gundê Aşmê. Piştre çekdaran ew ciwanê bi navê Hesen û bavê wî Mihemed Sor di hundirê erebeya wan de kuştin.

Ruxmî hewldanên komîteyên lihevanînê yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, lê şêniyên her du gundan naxwazin li hev werin.

(c)

ANHA