Li Şengalê konferansa ‘Bi ‘Jiyan Jiyan Azadî’ re ber bi şoreşa jinê’

TAJÊ bi beşdarbûna 350 delegeyan li Şengalê konferansa “Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve” li dar dixe.

Li Şengalê konferansa ‘Bi ‘Jiyan Jiyan Azadî’ re ber bi şoreşa jinê’
23 nîsan, 2023   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa jinê ve’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna 350 delege û jinên êzidî û Ereb dest pê kir.

Di destpêka konferansê de parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bi dîmen beşdarî konferansê bû. Ji Almanyayê endama Rêxistina Femînîst Ronahî Elman jî peyamek da û girîngiya hevgirtina jinan li tevahî cîhanê anî ser ziman.

Ji berdevka însiyatîfa Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Lubnanê Mihemiya Sosin Şaman jî, ji Lubnanê bi dîmen beşdarî konferansê bû û piştgiriya xwe bo têkoşîna azadiya jina êzidî dubare kir.

Çalakvana civaka sivîl Bilur Elcerrah jî peyama xwe da û kêfxweşiya xwe ji bo derfet dayîna beşdarbûna konferansê anî ser ziman û baweriya xwe ya ji bo serkeftina jinên êzidî anî ser ziman.

Li ser navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Çîçek Yildiz jî silavên hemû êzidiyên li Ewropayê gihandin beşdarên konferansê.

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) peyamek nivîskî hate xwendin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Fikrê Rêber Apo ji bo rastiya civakê, jin, ciwan, siyaset, çand, exlaq, aborî, perwerde û taybet jî ji bo parastina cewherî û her warî de bûye rênîşan û heqîqetek ku dev jê neyê berdan. Em wek hêza Şengalê ti demî vî fikrî nikarin ji nedîtî werin û xwe jê mehrûm bihêlin. Ji ber ku cihê ev fikrê Rêber Apo jê derketiye, em jî di vê erdnîgarî de jiyan dikin. Bi taybetî ji ber ku ev fikrê Rêber Apo; civaka me, ol û baweriya me parastiye, ev fikra hîn zêdetir me eleqedar dike. Fikrê Rêber Apo ji bo parastina cewherî; dibe rênîşan, felsefe û feraseta me ya parastinê. YBŞ-YJŞ li ser vê naverok û bingehî hatiye damezrandin. Heya ku dijminê vî erdnîgariyê hebe mafê me yê parastina cewherî jî mafek herî heq û mafdar e.”

Di dawiya peyamê de YJŞ’ê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wek sûcekî mirovahiyê hate pênasekirin û wiha hat gotin: “Heta ku ev fikrê Serok Apo hebe û parazvanên vî fikrê azad hebe wê hemû civak, ol û bawerî bi awayekî azad bijîn.”

Her wiha hikumeta Iraqê nehêla bi dehan mêvanên ji derveyî welat ku dixwestin tevlî konferansê bibin, derbasî Şengalê bibin. Yek ji wan hevseroka Êzidiyên li Rûsyayê Manama Pîr bû. Pîr bi dîmen tevlî konferansê bû û kêfxweşiya xwe anî ser ziman. Pîr nêzikatiya hikûmeta Iraqê şermezar kir û got ku wê pir dixwest îsal hem beşdarî Çarşema Serê Salê û konferansê bibe. Pîr bal kişand ser sekna jina Êzidî ya berxwedêr û got ku li kûderê bin bila bibin, jina êzidî wê ji zilm û zorê re serî netewîne û serbikeve. Pîr destnîşan kir ku ew ê weke jin bi têkoşînê serbikevin.

Mêvanekî din ku hatibû astengkirin bo beşdarbûna konferansê endama Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê Sûat Hiso bu. Hiso ku peyamek nivîskî şand ji konferansê re, kêfxweşiya xwe bo pêkanîna vê xebatê anî ser ziman. Di peyamê de wiha hate gotin: “Lidarxistina vê konferansê di qonaxekî çarenivîs ya gelek girîng de tê û hêviyên me mezin bûn ku em bi were beşdarî konferansê bibin û em hemî hêvîdar in ku em bi hev re plan û bernameyek ji bo xurtkirina xebata di xizmeta êzidiyan de deynin.”

Beşdarv û mêvanên ji bajarên cûda yên Iraqê jî amade bûn. Ji bajarê Mîsan Endama Saziya Destên Hevgirtî İbtîhel Qazim el Etwanî, Endama Saziya Ezwasitim ji bo piştgiriya Jin û Zarokan Zeman Ebdulwahîb Şiloş ji bajarê Wasîd, Ji saziya Bi hevre Jiyanekî Xweş  Suhema Mehmûd Necim Elqeysî  ji Babîl, ji Wasid ji saziya Cened Wenes İbêd El Şemrî  Silêmanî, ji Zîqar Endama Rabîta Jina Iraqê Emel Hilêl Lefte, ji Dîwaniyê ji saziya Seheya Kesk Kirême Taîb, ji Dîwaniyê ji saziya Jinebiyên Iraqî Hêlîn Rehîm Mirdan, ji Zîqar endama saziya Terraziya jinê Bişre Egelî û ji Kerbela ji saziya Xêrxwazan û avaker Şua Hadîl Enkuşî, ji Zîqar Basma Keyfxweşiye Enab Rêsan Kenad, ji Zîqar ji saziya Ur ya çanda Jin û Zarok Mûne Sahîb El Hîlalî jî di konferansê de amade bûn.

Piştî peyaman konferans dê bi semînerên taybet dewam bike û heya êvarê bidome.