Kooperatîfên çandiniyê yên jinan li benda berhemek baş in

Koperatîfên çandiniyê yên jinan li 8 gundên kantona Qamişlo genim û ceh çandine û li benda berhemek baş in.

Kooperatîfên çandiniyê yên jinan li benda berhemek baş in
23 nîsan, 2023   00:38
QAMIŞLO- HÊLÎN EYLUL

Li kantona Qamişlo 6 kooperatîfên çandiniyê yên jinan hene.  Ji van 3 li  Dêrik, 2 li Girkê Legê  2 li Tirbespiyê û yek jî li Amûdê ne. Kooperatîfên Dêrikê li gundên Teqil Beqil, Eyn Dîwer û Zehrewiyê, yên Girkê Legê li navenda bajar, yên Tirbespiyê li gundên Elî Bedran û Til Meruf, yên Amûdê jî li gundê Topiz hatine avakirin.

Kooperatîfên ku sala 2015’an hatine avakirin, ji aliyê meclis û rêveberiyan ve tên meşandin û her sal li ser erdê ku ji Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser kirê kirine, çandiniyê dikin. Piştî berhemgirtinê hem kiriya erd tê dayîn, hem jî pêwîstî tên pêşwazîkirin.

LI 8 NAVENDAN GENIM Û CEH HATIYE ÇANDIN

Îsal jî li van herêman (8 gundan) genim û ceh hatiye çandin. Ji çandinê heta avdan, çinandin û şandina saziyên eleqedar hemû kar ji aliyê jinên endamên koperatîfan ve tên meşandin. Li 6 koperatîfan bi sedan jin van karan dimeşînin. Bi gotineke din jin hem hevparên koperatîfan e, hem jî karên pratîkî dimeşînin. Çandiniya li Amûdê ji aliyê 2 malbatên koçberên Efrînê ve tê meşandin. Parastina erdên hatine çandin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê kirin. 

JI BERHEMA ÎSAL BI HÊVÎ NE

Li gorî agahiyên ku Endama Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şervîn Mihemed dane ajansa me, kiriya erdan û lêçûnên çandiniyê wê piştî bidestxistina berheman bên dayîn. Li gorî vê yekê ji berheman sedî 75 ji bo endamên koperatîfan, sedî 15 ji bo demsala pêş a çandiniyê û sedî 10 jî, ji bo kiriya erdan û mesrefan wê bê veqetandin.

Şervînê diyar kir ku îsal baran hinek derengî ketin, lê baranên dawiyê ji çandiniyê baş bûn û ew ji berhema îsal bi hêvî ne.

Şevînê bal kişand ku bi perwerde, civîn û karên pratîkî yên hatine meşandin re, êdî di nava jinan de zîhniyeta afirînerî, hilberînê û jiyana komînal hîn zêdetir bûye, ev jî di karên çandiniyê de encamên baş dide.

ANHA