Hêzên sivîl ên Sûdanê xwest kesên "Şer dan destpêkirin" werin darizandin

Hêzên Azadî û Guhertin got, komên nêzî serokê berê Omer Hesen El Beşîr çirûska şer pêxistin û bang li civata navnteweyî kir ku kesên beşdar şer bûne û şer nasekinin, ceza bikin.

Hêzên sivîl ên Sûdanê xwest kesên "Şer dan destpêkirin" werin darizandin
22 nîsan, 2023   20:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berkevê Hêzên Azadî û Guhertin ên Sûdanê Xalid Omer Yûsif, rejîma serokê berê Omer Hesen El Beşîr bi destpêkirina şerê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de sûcdar kir. Ysûif bang li civata navneteweyî kir ku kesên "Şer dan destpêkirin" û qebûl nakin şer rawestînin, ceza bikin.

Yûsif anî ziman ku herdu aliyên bi nakok ev şer nedixwestin, lê şer xwe li ser wan ferz kir. Her wiha got, kesên ku di proseya siyasî ya li welat de cih digirin, li dijî şer in û dixwazin bi rêbazê çareseriya aştiyane artêşeke yekbûyî were avakirin û agirbest pêk were.

Şerê li Sûdanê di hefteya xwe ya duyemîn de dewam dike. Li Xertûmê dengê fîşek û teqînan tên bihîstin. Piştî agirbesta bi boneya Cejna Remezanê ya ku duh di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de hate ragihandin asta şer di saetên şevê de hinekî kêm bûye.

Li gorî daneyên dawîn ên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di encama şer de herî kêm 400 kes hatine kuştin û zêdetirî 3 hezar û 500 birîndar bûne.

(bb)