ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-04-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 23-04-2023
22 nîsan, 2023   23:00

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelên Kurdistanê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a dagirker serî hildin û dakevin qadan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmettir dibe û bang li NY`yê kir ku şandeyeke navneteweyî bişîne wan herêman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku 3 hezar dar çandin, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê pêngava çandina 50 hezar darî berfireh kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û siyasetmendarê sûriyayî Mihemed Îsa diyar kir ku beyannameya çareseriyê ya Rêveberiya Xweser di kêliyeke dîrokî hat ragihandin û bersiva gelek pirsên girîng dide. Mihemed Îsa bang li hemû aliyan kir ku bi cidiyet û berpirsyarî nêzî beyannameyê bibin. (BI WÊNE).

- Rojnameyên erebî diyar kir wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî çareseriyeke siyasî bi hikumeta Şamê re nîqaş kir. Her wiha destnîşan kir ku parçebûna navxweyî, lawazbûna saziyan û gendelî sedema aloziya aborî ya li Başûrê Kurdistanê ye. Ji bo Sûdanê jî hişyariya şerekî navxweyî hate kirin. (BI WÊNE).

- Di dema dawîn de guhertinên cewherî di têkiliyên Misir û Tirkiyey de çêbûn. Tevî ku dosyayên bi nakok di navbera herdu aliyan de hene, lê têkiliyên wan ji qonaxa dijminahî derbasî qonaxa nêzîkbûn û tevgerên diplomatîk bûn. Gelo herdu alî çawa dikarin xalên bi nakok derbas bikin. (BI WÊNE).

- Koperatîfên çandiniyê yên jinan li 8 gundên kantona Qamişlo genim û ceh çandine û li benda berhemek baş in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA