​​​​​​​Kongra Star piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser

Kongra Star piştgirî da beyannameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye. Kongra Star bang li hikumeta Şamê kir ku bersiva vê beyannameyê bide û ji bo çareseriyê bikeve tevgerê.

​​​​​​​Kongra Star piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser
22 nîsan, 2023   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgirî da beynnameya çareseriyê ya ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye

Daxuyanî wiha ye: "Ji 12 salan ve Sûriye di krîzeke rastîn de ye. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe gelek zehmetî kişandin, bi hezaran kes ji gelê me hatin qetilkirin û bi hezaran jî penaber bûn. Hinek di kampên koçberiyê de dijîn.

Tevî vê jî, me tu helwestên cidî yên navneteweyî û herêmî yên ji bo bidawîkirina vê krîzê nedîtin. Berovajî wê, piraniya hêzên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe alozî kûrtir kir û temenê krîzê dirêjtir kir. Mînakên vê yekê dan û standinên li Cinêv û Astanayê ne. Hin helwestên din jî derketin lê şermok bûn û ne ji bo çareseriyeke bingehîn bûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dema ku hatiye avakirin ve hewl dide aloziyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bike. Rêveberiya Xweser ji bo vê yekê banga diyalogên aştiyane li hemû hêzên navneteweyî kir, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku çareserî li Sûriyeyê pêkan e. Li ser vî esasî, Rêveberiya Xweser di vê dawiyê de beyannameyeke  çareseriyê ji 9 bendên sereke ragihand. Armanc ji vê beyannameyê yekitiya xaka Sûriyeyê were parastin, wekheviya di mafan de di navbera tevahî gelê Sûriyeyê de pêk were. Her wiha armanc dike ku sîstemeke nenavendî, pirrengî û demokratîk were avakirin ku azadiya jinan mîsoger dike.

Em Meclisa Kongra Star ji baweriya me ya bi cidiyeta helwesta Rêveberiya Xweser û banga wê ya ji bo diyalogan û çareserkirina aloziyê, em bang li tevahî sûriyayan dikin ku piştgiriyê bidin vê beyannameyê. Divê hikumeta Sûriyeyê bersiva vê beyannameyê bide û ji bo dîtina çareseriyeke hevbeş ku dawî li vê aloziyê were, kar bike."

(mh)