Balafirekî bêmirov li Kerkûkê kete xwarê

Koalîsyona Navneteweyî ragihan ku li başûrê parêzgeha Kerkûkê balafireke bêmirov ya wan ket xwarê.

Balafirekî bêmirov li Kerkûkê kete xwarê
22 nîsan, 2023   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê ragihand , balafireke bê mirov a wan li Kerkûkê ket xwarê. Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber pirsgirêkeke teknîkî balafir ketiye xwarê. Her wiha daxuyand ku balafir ji bo piştgiriya hêzên leşkerî ya Iraqî çûbû Kerkûkê.

Piştî bûyerê hêzên Koalîsyona Navneteweyî û ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û tuzirereke canî çênebûye.