Raşîd Xenoşî hate destgîrkirin

Serokê Tevgera Nehda ya Tunisê Raşîd Xenoşî ku gefa ′şerê navxweyî′ dixwar, hate destgîrkirin.

Raşîd Xenoşî hate destgîrkirin
18 nîsan, 2023   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Tevgera Nehda Raşîd Xenoşî ku destpêkê Îxwan El Muslimîn û piştre jî modela AKP'ê ya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji xwe re kir esas, duh hate destgîrkirin.

Xenoşî (81) di Tîrmeha 2021'an de parlamento bi rê ve dibir ku ji aliyê serokkomar Seîd Qeys ve hate betalkirin.

Çavkaniyên Wezareta Karên Hundir a Tunisê piştrast kir ku Xenoşî ji ber daxuyaniyên xwe hate destgîrkirin.

Xenoşî dawiya hefteyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku eger îslama siyasî ya ku partiya wî di nav de ava bûye ji holê bê rakirin, dibe ku Tunis bi 'şerekî navxweyî' re rû bi rû bimîne.

TÊKILIYÊN WÎ YÊN BI ERDOGAN RE XURT BÛN

Xenoşî di destpêka jiyana xwe ya siyasî de sûd ji Îxwan El Muslimîn a li Misırê wergirt, piştre jî modela AKP'ê ya Erdogan ji xwe re kir esas.

Erdogan di nava salên derbasbûyî de gelek caran bi Xenoşî re hevdîtin kir. Her wiha sala 2018'an vexwend kongreya AKP'ê. Di Çileya 2020'an de li Stenbolê pê re civîneke li çapemeniyê girtî, pêk anî. Her wiha medyaya di bin kontrola AKP'ê de betalkirina parlamentoya Tunisê wek 'derbe' pênase kiribû û xwedî li Xenoşî derketibû.