​​​​​​​Nêzîkbûna dewletên Ereban û hikumeta Şamê: Berjewendiyên dewletan çarenûsa gel diyar nake

Ji ber serhişkiya hikumeta Şamê heta niha gelê Sûriyeyê tu gav ber bi çareseriya kirîzê ve neavêtiye berovajî daxwazên xwe ku ji bo wan serî hildan û banga guhertinê û veguhartina demokratîk kir. Ev tê wê wateyê ku sedemên ji ber wê têkilî di navbera dewletên ereban û hikumeta Şamê de qut bûne, hîna zindî ne.

​​​​​​​Nêzîkbûna dewletên Ereban û hikumeta Şamê: Berjewendiyên dewletan çarenûsa gel diyar nake
18 nîsan, 2023   00:44
NAVENDA NÛÇEYAN – CÛDÎ ÎSMAÎL

Civîna Jeddayê bi dawî bû beyî ku çareseriyeke ji doza vegera Sûriyeyê re li Komelgeha Ereban bê dîtin. Ev nakokiyên dewletan ereban li ser vegera hikumeta Şamê li Komkara Erebî şîrove dike.

Wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û hempîşeyên wan ên Urdun, Misr û Iraqê bi hev re civiyan û lihev kirin ku aloziya Sûriyeyê bi rêya siyasî çareser dibe û pêwîst e trajediya mirovî bi dawî bibe, vegereke ewle ji bo koçberan peyda bibe, çek tenê di destê saziyên dewletê de be, têkoşîna li dijî terorê were meşandin.

Berî vê civînê, wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad serdana Erebistana Siûdî û Misrê kir da ku têkiliyênn dualî yên di navbera hikumeta Şamê û dewletên Ereban de wek berê vegerîne, nexasim ku ji destpêka kirîza Sûriyeyê ya 2011'an de têkilî qut in.

'ENCAMÊN METIRSÎDAR'

Ji ber serhişkiya hikumeta Şamê heta niha gelê Sûriyeyê tu gav ber bi çareseriya kirîzê ve neavêtiye berovajî daxwazên xwe ku ji bo wan serî hildan û banga guhertinê û veguhartina demokratîk kir. Ev tê wê wateyê ku sedemên ji ber wê têkilî di navbera dewletên ereban û hikumeta Şamê de qut bûne, hîna zindî ne.

Dewletên Ereban bê ku guh bidin sedemên qutkirina têkiliyan bi hikumeta Sûriyeyê re, bi îsrar hewl didin ku têkiliyan wek berê vegerînin. Ev jî tê wê wateyê ku dewletên Ereban berjewendî û daxwazên gelê Sûriyeyê paşguh dikin û ji bo wan destkeftiyên aborî, ewlehî û qutkirina têkiliyan hikumeta Şamê bi Îranê re girîngtir in.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd diyar kiribû ku nêzîkbûneke ku helwesta gel û rastiya Sûriyeyê paşguh bike, dê kirîza Sûriyeyê vegerîne qonaxa destpêkê û kirîza Sûriyeyê ji bo dehsalên din dirêj bike. Dê encamên wê metirsîdar bin.

'RAZÎKIRINA ÎRANÊ'

Analîzerê Sûriyeyî Samir El Xilêwî ji ajansa me re got: "Hewldanên dewletên Ereban ên ku piştgiriyê didin Beşar Esed didomin. Lê belê tiştê nû ew e ku hin dewletên Ereban berjewendî û daxwazên gelê Sûriyeyê di ber çav re derbas nakin."

El Xilêwî wiha domand: "Ev hewldanên nêzîkbûnê bi sedema rola lewaz a Amerîkayê ya li herêmê ye, di serdema Trump de rejîmên dewletên Ereban ji ber cezayan nikarîbûn bi Beşar Esed re danûstandin pêk bînin."

El Xilêwî destnîşan kir ku hin tevgerên nû yên dewletên ereban bi taybet Erebistana Siûdî, piştî lihevkirina wê bi Îranê re balkêş bû û wiha berdewam kir: “Di lihevkirinê de  gelek dosyayên din mîna Yemen, Iraq û Sûriyeyê hebûn. Wisa dixuye ku Erebistana Siûdî ji bo xatirê Îranê wê Sûriye bike qurbanî. Li gel nebûna rola Amerîkayê li herêmê.”

KOMKARA EREBAN DI ÇARESERKIRINA KIRÎZÊ DE BI BIN KET

Tiştê balkêş ew e ku dewletên Ereban biryarên navneteweyî yên çareseriya siyasî di serî de 2254 bi temamî paşguh kirine.

Gelê Sûriyeyê dibîne ku nêzîkbûna di navbera dewletên Ereban û hikumeta Şamê de dê biçin serî lê belê berjewendî û daxwazên wan ji vê meselê dûr in. Her wiha El Xilêwî diyar kir ku Komkara Ereban tu giringî nedaye berjewendiyên gelê Sûriyeyê.

Samir El Xilêwî di dawiyê de got; "Şoreşa Sûriyeyê dest pê kir tevî ku hemû dewletên Ereban û yên cîhanê piştgirî didan Beşar Esed. Ew dê heta pêkanîna armancên xwe bidome. Eger hikumeta Şamê vegere Komkara Ereban jî dê tu guhertin çênebin, ji ber ku Komkara Ereban ji destpêka şoreşê ve nikarîbû çareaeriyekê li Sûriyeyê peyda bike. Niha jî eger rejîm vegere ew dê nikaribe tu çareseriyan bê erêkirina dewletên rojavayç, Brîtanya û Amerîkayê pêk bîne. Ev erêkirin jî tiştekî dûr e."

(mh/şx)

ANHA