Şêniyên Minbicê destek da xebatên li dijî hişbirê

Xebatên ku Nivîsgeha Jinan a Zenûbiyayê li dijî bikaranîna madeyên hişbir dabû destpêkirin, ji aliyê şêniyên Minbicê û gundewarên wê ve erênî hatin pêşwazîkirin.

Şêniyên Minbicê destek da xebatên li dijî hişbirê
17 nîsan, 2023   07:35
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê li Minbicê û gundewarê wê di 6`ê Nîsanê de derbarê xeteriya madeyên hişbir de xebat dabûn destpêkirin. Di wê çarçoveyê de civîn û semîner hatin dayîn.

Berpirsa wan çalakiyan û berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir diyar kir ku ew herî zêde balê dikişînin ser aliyê tenduristiyê, xeteriya bikaranîna madeyên hişbirê şîrove dikin û malbatan bi taybet ên li gundan hişyar dikin.

Li gorî Ibtîsam, ew girîngiyê didin hevkariya bi hêzên ewlekariyê re ji bo ku rewşên bikaranîn û bazirganiya narkotîkê kontrol bikin.

Ibtîsam anî ziman ku wan li dibistanên bajêr bi malbatên xwendekaran re, li kampan û gundan jî bi şêniyan re civîn çêkirine û got: “Nêrîn û pêşniyarên şêniyan ji bo bidawîkirina vê diyardeya xeternak, erênî bûn.”

Ibtîsam da zanîn ku dê van pêşniyaran rakin aliyên têkildar da ku di ber çavan re bên derbaskirin û karibin bi dadgehê re hevkariyê bikin û vê diyardeyê bi temamî di nava civakê de bi dawî bikin.

(c)

ANHA