Nivîsgeha Çandiniyê ya Reqayê hişyarî da cotkaran

Nivîsgeha Parastina Çandiniyê ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê hişyarî da cotkaran ku qimil li nav zeviyên genim belav bibe û bang li wan kir ku tedbîran bigirin.

Nivîsgeha Çandiniyê ya Reqayê hişyarî da cotkaran
15 nîsan, 2023   05:48
REQA-EHMED ESAF

Qimil (Pentatomidae) yek ji cûreyên kêzikan e ku dikevin nav zeviyên genim. Qimil di vê demê de xwe bi simbilên genim têr dike û wan telef dike.

Têkildarî belavbûna vê qimilan serokê Nivîsgeha Parastinê ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê endazyarê çandiniyê Hemûd El Xelef ji ajansa me re wiha axivî: "Niha mewsima genim gihaştiye asta bişikivîna simbilan. Piştî em li nav zeviyên li başûrê Reqayê geriyan me dît ku qimil bi rengekî zêde belav bûne. Ev kêzik niha di qonaxa xwezêdekirinê de ye. Ji ber vê yekê metirsî hene ku ziyaneke mezin bighîne çandiniyê."

Endazyar Hemûd El Xelef bang li şêniyan û cotkaran kir ku kengî kêzika qimil li nav zeviyan dîtin agahiyê bidin û got: "Di nava du rojan de dê dermanên li dijî kêzikan amade bibin û dê piştre li cotkaran bên belavkirin."

Serokê Nivîsgeha Parastinê ya Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hemûd El Xelef di dawiya axaftina xwe de got, qimil sal bi sal bi awayekî zêdetir li nav zeviyan belav dibin, eger neyên tunekirin jî dê rewşa mewsim û berhemên çandiniyê xerab bibe û di encamê de dibe ku bandorê li ewlehiya xurekê bike.

(mh)

ANHA