​​​​​​​Li Yemenê astmosfêra Remezanê

Tevî şer, aloziya aborî, ambargo û qutbûna mûçeyan, gelê Yemenê bi kêfxweşî û atmosfêreke ruhanî pêşwaziya meha Remezanê kir.

​​​​​​​Li Yemenê astmosfêra Remezanê
15 nîsan, 2023   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN- ZIYAD EBÛ XEZALE

Her sal bi hatine Remezanê re li Yemenê tevgera li dikanên şêraniyê zêde dibin. Ji ber ku wekî madeyeke sereke li ser sufreyê ye.

Di heman demê de  di vê mehê de qarbalexa li mizgefatan û çalakiyên hevgirtina civakî zêde dibin.

Welatiyên yemenî diyar dikin ku ruxmî mercên şer û bandorên ambargoyê wan bi kêfxweşî, dilovanî û xêrê û bi atmosfêreke ruhanî pêşwaziya Remezan kir. Her wiha destnîşan kirin ku ew di Rermezana pîroz de bandorên neynî didin aliyekî.

Welatiyên Yemenê îşaret pê kirin ku ew di vê mehê de xwendina Quranê û tesbîhan zêde dikin, her wiha serdanan dikin û xwarinan dişînin mizgeftan.

Welatiyan diyar kirin ku di meha Remezanê de rewşa parêzgeha Senayê ji parêzgehên din cûda ye ku aynên olî zêdetir e.

(bb)