QSD: Hêzên me bersiv da fûzeya ku hêzên Koalîsyonê kir hedef

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyand ku hêzên wan bersiva fûzeyekê daye ku pê êrişî hêzên Koalîsyonê yên li Dêrazorê hatibû kirin.

QSD: Hêzên me bersiv da fûzeya ku hêzên Koalîsyonê kir hedef
12 nîsan, 2023   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin:

“10`ê Nîsanê, hêzên me bersiv da fûzeya 107 mm a ku pê hêzên Koalîsyonê li rojhilatê Dêrazorê saet di 18:00’an de hatibûn hedefgirtin. Di êrişan de tu birîndarî di nava hêzên Koalîsyonê de çênebûn, tu zirar negihîşt alav û deverên lê dimîne jî.

Êrişên bi vî rengî jiyana gel, hêz û hevalbendên me yên Koalîsyonê dixe xetereyê û ewlehiya herêmê xira dike.

Em ê ji bo parastina ewlehî û îstiqrarê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên hevbeş ên bi hêzên Koalîsyonê re bidomînin.”

(c)