Ji bo gerîla Amed Dêrsim merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Li Helebê ji bo malbata şehîd Fûad Ehmed Îsmaîl (Amed Dêrsim) sersaxî hat xwestin û bal li ser mezinkirina têkoşînê û domdanina rêya şehîdan hat kişandin.

12 nîsan, 2023   12:07
HELEB

Şênî, endamên meclis û komînan, saziyên sivîl û hêzên leşkerî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Fûad Ehmed Îsmaîl (Amed Dêrsim) bûn. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve li qada Şehîdan hat organîzekirin.

Gerîlayê HPG`ê Amed Dêrsim di 23`ê Mijdara 2017`an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû.

Di merasîma sersaxiyê de, berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatima Îbo axivî û di kesayeta şehîd Amed de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Fatima got: “Dema em xwedî daxwazên mezin bin, divê berdêlên mezin jî bên dayîn. Ji bo wê em rojane şehîdan didin. Me îro jî şehîd Amed da. Em soz didin ku em ê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan bişopînin.”

Piştî axaftinan qeydek deng a şehîd Amed hat guhdarîkirin. Şehîd Amed di qeyda deng de dibêje: “Ji dema tevlêbûna min a nava tevgerê di 2016`an de, jiyana min pir xweş bû. Min ruhê hevaltiyê nas kir.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Amed hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(c)

ANHA