Şandeyeke Îranê ji bo vekirina balyozxaneyê li Sûdiyê ye

Şandeyeke Îranê ji bo jinûve vekirina balyozxaneya xwe gihîşt Siûdiyê. Ji Kanûna 2019`an de ev serdana yekemîn a fermî ya rayedarên Îranê bo Siûdiyê ye.

Şandeyeke Îranê ji bo vekirina balyozxaneyê li Sûdiyê ye
12 nîsan, 2023   12:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî daxuyand ku şandeyeke Îranê ji bo jinûve vekirina balyozxaneya Îranê gihîştiye Siûdiyê.

Li gorî ajansa Îrna ya Îranê, şande dê li avahiya balyozxane û konsolosxaneya Îranê li Siûdiyê bigere û ji bo jinûve vekirinê amade bike. Vekirina balyozxaneyê di çarçoveya lihevkirina dawîn a herdu welatan a bi navbeynkariya Çînê pêk tê.

Tê payîn ku tîmeke din ji bo vekirina konsolosxaneyê û nûnertiya Îranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamê, berê xwe bide bajarê Cide.

Ji Kanûna 2019`an de ev serdana yekemîn a fermi ya rayedarên Îranê bo Siûdiyê ye.

(c)