​​​​​​​Hikumeta Şamê balyozxaneya xwe li Tunisê vekir

Hikumeta Şamê û Tunisê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku li gorî însiyatîfa serokê Tunisê Qeys Seîd ya erkdarkirina balyozê welatê xwe li Şamê, hikumeta Şamê biryar da ku ji nû ve balyozxaneya xwe li Tunisê veke.

​​​​​​​Hikumeta Şamê balyozxaneya xwe li Tunisê vekir
12 nîsan, 2023   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Tunisê balyozxaneya ya li Şamê vekir û balyozek lê erdkdar kir, hikumeta Şamê jî ragihand ku ji nû ve balyozxaneya xwe ya li Tunisê vekiriye û balyozek lê erkdar kir.

Li gorî çapemeniya hikumeta Şamê, hikumeta Şamê û Tunisê di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kir ku li gorî bersivdana bi însiyatîfa serokê Tunisê Qeys Seîd re ku balyozek li Şamê erdkar kir, hikumeta Şamê jî ji nû ve balyozxaneya xwe li Tunisê vekir.

Di daxuyaniyê de hate gotin hikumeta Şamê erdkarkirina balyozekî Tunisê li Şamê erê kir û biryar da ku balyozxaneya xwe li Tunisê veke û di demeke nêz de balyozekî erkdar bike.

(fr)