Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan û got “Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, her li qadan bin.”

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Dirbêsiyê li dijî tecrîdê meşiyan
12 nîsan, 2023   11:16
HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meşvanan wêneyên Rêber Ocalan û pankartên “Bê serok jiyan nabe” bilind kirin.

Meşê ji pêşiya Mizgefta Hec Sultan a li taxa Xerbî ya navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û heta pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şerqî dewam kir.

Li wê derê piştî rêzgirtinê, berdevka Konga Star Rîhan Loqo axivî. Rîhanê tecrîd şermezar kir û got: “Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her li qadan bin.”

Rîhan bang li tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz û tevahî jin û dayikan kir ku li hemberî tecrîdê serî hildin û li dora Rêber Abdullah Ocalan bibin xelek.

Meş bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(c)

ANHA