​​​​​​​Di hilbijartinên li Tirkiyeyê de kî dê bi ser bikeve; Erdogan an Kiliçdaroglu?

Di 14’ê Gulanê de dê navê serokkomarê 13′yemîn ê Tirkiyeyê eşkere bibe. Gelo dê Erdogan bi ser bikeve yan namzetê opozîsyonê Kemal Kiliçdaroglu?

​​​​​​​Di hilbijartinên li Tirkiyeyê de kî dê bi ser bikeve; Erdogan an Kiliçdaroglu?
7 nîsan, 2023   03:27
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Di hilbijartinên Tirkiyeyê de 4 namzet hevrik in, di serî de serokkomarê Tirkiyeyê yê niha Recep Tayyîp Erdogan ku nêzî 20 salan e desthilatdar e û bû sedema krîza aboriyê ku di encamê de nirxa lîreyê Tirkiyeyê pir daket. Her wiha pêvajoya piştî erdheja 6′ê Sibatê ya li Tirkiyeyê jî bi awayekî nebaş bi rê ve bir.

Hevrikê sereke yê Erdogan, serokê CHP′ê Kemal Kiliçdaroglu ye ku bi rêya Tifaqa Gel nûnertiya muxalefetê dike. Her wiha serokê Partiya Memleket ê ji CHP′ê veqetiye Muharrem Înce û namzetê Tifaqa Ata ya nîjadperestên tundraw Sînan Ogan.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û li gel şerê xurt ê hilbijartinê li benda encamên hilbijartinan e. Bi taybet piştî ku cara yekemîn muxalefet li ser yek namzetî ji bo li hember Erdogan bisekine, bû yek. Ew yek îhtîmala gihandina ber bi gera duyemîn ve ku dibe bibe bidawîbûna desthilata AKP′ê, geş dike.

Muxalifê Tirk Ahmed Ferhat diyar kir ku li Tirkiyeyê şerekî siyasî yê germ heye, her wiha da zanîn ku hevbendiyeke di navbera partiyên ji aliyê fikrî de cihêreng heye, lê belê ew partî di hilbijartinan de çi li ser asta hikumetê yan opozîsyonê hevbend in.

TIFAQÊN HILBIJARTINAN

Ahmed Ferhat ji ajansa me re diyar kir ku AKP′ê ya bi serkêşiya Erdogan bi Partiya Doza Azad (HUDAPAR) re ku partiyeke îslamî ye, hevbendî kir û wiha dom kir: “Ew partî berê bi Hizbullahê dihat binavkirin û di salên 1990′î de gelek sûcên terorê kirine, lê niha hevalbendê partiya hikumetê ye. Erdogan tifaq bi Partiya Çep a Demokratîk re ya serokwezîrê berê Bulent Ecevît re, ruxmî cudahiya fikirî jî kir.

Ferhat destnîşan kir ku namzetê muxalefetê serokê CHP′ê Kemal Kiliçdaroglu ye û desteka xwe ji partiyên “Maseya Şeşling” werdigire û got: “Dê HDP jî ji bo xilasbûna ji dîktatoriya Erdogan û rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn ji şerên wî, destekê bide Kiliçdaroglu.”

BINKETINA ERDOGAN JI ALIYÊN HUNDIRÎN Û DERVE VE

Li gorî Ahmed Ferhat, hin faktorên xurt ji bo serketina muxalefetê di hilbijartinên serokkomariyê de hene. Ya girîng jî hilweşîna aboriya Tirkiyeyê, zêdebûna bêkariyê li welat û nêzîkatiya xirab a hikumetê di rewşa erdhejê de ye.

Ferhat wiha dom kir: "Êdî siyaseta Erdogan a derve binkeftî ye û ji hemû aliyan ve nakok e. Ruxmî kiryarên hêzên Îsraîlê yên li Filistînê jî, lê Erdogan serokê Îsraîlê pêşwazî kir. Li aliyekî din jî dev ji doza kuştina Xaşiqcî berda û li hember pevguherîna bazirganiyê bi mîqdara 5 milyon dolarî ew doz girt. Tevî ku Îmarat bi desteka hewla derbeya leşkerî tawanbar kir, lê dîsa jî bi wê re li hev hat."

Ferhat got heman helwest ji bo Misirê jî derbasdar e û wiha axivî: “Erdogan serokê Misirê wek sûcdar wesif kir. Lê niha pê re li hev tê û hewl dide bi Beşar Esed re ku wek kujer wesif kir, li hev were. Ev hemû veguherînên di helwestan de, nîşaneya binkeftina Erdogan û rejîma wî ye.”

KILIÇDAROGLU JI BO HEVRIKIYA ERDOGAN GUNCAW E?

Têkildarî nêrîna hin kesan ku Kemal Kiliçdaroglu nikare bi Erdogan re hevrikiyê bike û diviyabû muxalefet namzetekî din pêşniyar bikira, Ferhat diyar kir ku Kemal Kiliçdaroglu vebijêrka herî guncaw ji bo muxalefeta Tirkiyeyê re, bi taybet hemû serkeftinên muxalefetê di hilbijartinên xwecih de yên li şaredariyên Stenbol, Enqere, Hatay, Edene û Îzmîrê pêk hatine, rola Kiliçdaroglu tê de girîng bû.

Têkildarî pêşniyarnekirina şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji aliyê muxalfetê ve, Ferhat got: “Dê cihê Îmamoglu di hikumeta bê de hebe û dibe ku bibe serokê CHP′ê. Ew jî piştî Kiliçdaroglu bi ser ket. Ji ber muxalefetê li ser jinûve vegerandina sîstema parlamentoyê û bidawîkirina sîstema serokatiyê li hev kir.”

KOMPLOYA MUHARREM ÎNCE

Li ser namzetiya Muharrem Înce, Ahmed Ferhat anî ziman ku namzetiya Muharrem Înce ji bo dabeşkirina dengên alîgirê namzetiya muxalefetê dikeve xizmeta Erdogan û got di heman demê de Înce bi ser nakeve, ruxmî ku desteka darayî û çapemeniyê ya mezin ji hikumetê wergirt.

ŞEREKÎ CUDA

Li aliyekî din jî, pisporê misirî yê kar û barên Tirkiyeyê Dr. Usama El Seîd diyar kir ku şerê hilbijartinên li Tirkiyeyê vê carê cuda ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku piştgiriya gel li hundirê Tirkiyeyê ji Erdogan re bi paş ket. Ji ber ku gel êşên qeyrana aborî ya ji ber destwerdanên derve û şaşiyên Erdogan, dikişîne. Vê yekê jî zirarên mezin bi aboriyê kirin û hişt lîreyê Tirkiyeyê gelekî bi paş bikeve.”

El Seîd ji ajansa me re wiha got: "Van biryaran hişt ku Erdogan piştgiriya gel ji dest bide, dê nikaribe piştgiriya saktorên mezin ên aboriyê jî bike, ku ev yek di hilbijartinên dirêjahiya hikumê wî de ye ji sedemên serkeftina wî bûn.”

ŞANSÊN ERDOGAN

El Seîd destnîşan kir ku ruxmî wê hîna şansên Erdogan hene û diyar kir, “Ji ber ku di nava beşên cuda de gel piştgiriya wî dike. Di aliyê xebata siyasî, nakokiyên partiyetê û rêvebirina hemleyên hilbijartinê de xwedî pisporiyeke mezin e. Ew yek wê di hilbijartinan de bibe elementeke alîkariyê.

Li gorî El Seîd, dê Erdogan hewl bide karesata erdheja 6′ê Sibatê di xurtkirina şansên xwe yên hilbijartinan de bi rêya jinûve tamîrkirinê, tawîzdayîna mexdûr û birîndaran û lihevkirina bi aliyên fînansekirina navneteweyî de, bi kar bîne.

El Seîd eşkere kir ku vegera Erdogan li siyaseta çareserkirina pirsgirêkên xwe bi dewletên cîran, dewletên Kendavê, Misir û Sûriyeyê re nîşaneya ku ew hîna kesayeta xurt e û dikare siyaseta Tirkiyeyê bi rê ve bibe û berjewendiyên hundirîn pêk bîne.

ŞANSÊN MUXALEFETÊ

Li ser performansa muxalefetê, pisporê kar û barên Tirkiyeyê Usama El Seîd da zanîn ku Maseya 6 karî li ser yek namzetî li hev bikira, ew jî Kemal Kiliçdaroglu ye û got, “Ew yek tiştekî baş e. Lê hîna hin nakokî di navbera partiyên vê maseyê de li ser aliyê parlamentoyê hene. Her wiha hîna nakokî li ser daîreyên hilbijartinê û dabeşkirina namzetan hene. Ger ev nakokî neyên çareserkirin dibe ku bandorê li hilbijartinên serokatiyê bike.

El Seîd got, “Ligel Kiliçdaroglu heman pisporiyan li gel Erdogan di xîtabkirina gel, rêvebirina hemleyên hilbijartinê, karîzmaya siyasî û gel de tune ye. Lê di heman demê de wê ji bo Erdogan nebe namzetekî muxalefetê ya hêsan. Lê belê wê şerekî xurt çêbe. Lê tiştê li hember namzetê muxalefetê, du namzetên din ên bi ser muxalefetê ve hene, mîna Muharrem Înce.”

El Seîd eşkere kir ku dê dengê Kurdan ê ku HDP′ê nûnertiya wê dike, xwedî bandoreke mezin di şerê hilbijartinê de hebe. HDP′ê li gorî asta dijminatiya bi Erdogan re ji namzetê muxalefetê ve nêz e. Her wiha fikrê xilasbûna ji Erdogan hişt ev partiyên muxalefetê tevî cudahiya nêrînên wan bibin yek.

El Seîd got muxalefet ji ber nebûna xwe di nava saktorên muhafazekar de êşan dikişîne. Ew yek dihêle Erdogan ji van aliyan re nêz be. Di heman demê de jî dengên liberal û çepgiran ji muxalefetê re nêz in.

Usama El Seîd wiha dawî li gotina xwe anî: "Hilbijartin zehmet û dijwar e. Ger Erdogan bi ser ket, dê bi hêsanî bi ser nekeve. Dibe ku hilbijartin werin dubarekirin û ger ev yek bû, dê şansên mezin ên nazmetiya muxalefetê di hilweşîna Erdogan û bidawîbûna desthilata wî ya ji zêdetirî 20 salan de hebe."

(fr)

ANHA