Êrişên kîmyewî û Kurd: Hewldanên qirkirina rastiyeke dîrokî

Pergalên dewletên dagirkerên Kurdistanê cuda ne lê hişmendiya ku ji bo qirkirina fîzîkî û çandî ya Kurdan tundiyê bi kar tîne, yek e. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan dubare dibe û li dû xwe komkujî û çîrokên trajîk dihêle. Ew yek li Kurdistanê hewldana tunekirina rastiyeke dîrokî ye.

Êrişên kîmyewî û Kurd: Hewldanên qirkirina rastiyeke dîrokî
6 nîsan, 2023   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA SEYDÎ

4 sal piştî şerê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku ji ber berxwedana şervanên YPG/YPJ`ê û şêniyên taxê çeteyên dewleta Tirk a dagirker nikarîbûn taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dagir bikin, çeteyan di 4`ê Nîsana 2016`an de bi çekên kîmyewî yên qedexekirî êrişî taxê kir.

Beriya wê jî di 8`ê Adarê û 8`ê Nîsana 2016`an de tax bi çekên kîmyewî û jehrî hatibû bombebarankirin.

Wê demê ji ber dijwarbûna şer daneyên zelal derneketin. Lê li gorî daneyên ku ajansa me wê demê parve kiribûn, di êrişên 6 mehan ên li dijî taxê de nêzî 200 kesên sivîl jiyana xwe ji dest da û 600 jî birîndar bûn.

Ji ber paşguhkirina dezgehên çapemeniyê yek ji hovtirîn sûcên şer li Sûriyeyê ku tê de çekên kîmyewî li dijî Kurdan li taxeke dorpêçkirî hatin bikaranîn, nehat eşkerekirin.

Li ser piraniya moşek û topên ku tax pê hatiye topbarankirin, peyamên tolhildanê yên bi zimanê tirkî li dijî gelê Kurd hatibûn nivisîn. Tevî ku yên tax topbaran kirine komên “Sultan Mûrad, Ehrar El Şam, Tevgera Nûredîn Zenkî, Ceyş El Mûcahidîn” û gelek komên din bûn, lê armanc zelal bû; qirkirina Kurdan li wê erdnîgariya dorpêçkirî. Di heman demê de hin rapor hatin parvekirin ku tê de dihat gotin ku Enqereyê çekên kîmyewî dane komên çeteyan.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) piştî êrişên kîmyewî raporek bi sernavê “Komên opozîsyona çekdar li bajarê Helebê sûcên şer pêk tîne” belav kir. Di raporê de hat gotin; “Gelek delîl li ser binpêkirinên xeternak ji şahidan bi dest xistine, navên 83 sivîlan û di nav de 30 zarokan belge kirin ku di êrişên li taxa Şêxmeqsûd di Sibat, Adar û Nîsana 2016`an de hatine kuştin. Her wiha navên nêzî 700 sivîlên ku di êrişan de birîndar bûne.

Li 6 sivîlan û şervanên YPG`ê nîşaneyên bêhntengbûn, tevizîn, sorbûna çav û kuxika giran xuya bûne. Komên çekdar ên ku êrişî taxê kirine, dibe ku çekên kîmyewî bi kar anîbin.”

Hefteyek piştî êrişê, di daxuyaniyê de ku hat gotin ku serçeteyê koma Ceyş El Îslam daye, hat bibîrxistin ku di êrişa dijî Şêxmeqsûdê de fermandarekî “çekeke ku destûra bikaranîna wê nehatibû dayîn” bi kar aniye û hat gotin ku dê hesab jê bê pirsîn.

MÎNA ŞÊXMEQSÛDÊ LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ JÎ ŞERÊ KÎMYEWÎ YÊ LI DIJÎ KURDAN

Li Başûrê Kurdistanê jî, ji dema ragihandina şerê çekdarî yê li dijî dagirkeriya Tirk di 1984`an de, li dijî şervanên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê êrişên herî dijwar pêk tên. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî hewl dide di kesayeta tevgera rizgariyê de vîna gelê Kurd bişikîne.

 

Dibe ku hejmar mirovan mat bihêlin, lê asta êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên pêk aniye, nîşan didin. Li gorî daneyan, dewleta Tirk a dagirker ji Sibata 2021`yan ve zêdetirî 5 hezar êrişên kîmyewî li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pêk anîne.

Hat îsbatkirin ku dewleta Tirk a dagirker gelek bombeyên qedexekirî, gazên kîmyewî, cureyeke bombeyên nukleer taktîk bi kar tîne. Ew bombe pergala tunelan dirûxînin û di erdnîgeriyeke teng de bandoreke wê ya bijehr belav dibe. Ev bombe bandorên xeternak çêdikin. Her wiha bombeyên termobarîk û yên fosforê ku bi heman rengî bandor dikin jî tên bikaranîn.

Bi belgeyan hate piştrastkirin ku dewleta Tirk a dagirker ev çek li dijî gerîla bi dehan caran bi kar anîne. Ev belge û wêneyên taybet ji zêdetirî 40 dewletî re hatin pêşkêşkirin.

Ev doz bû rojeva parlamentoyên gelek dewletan. Lê heta niha tu helwest li hember dewleta Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî bi kar tîne û hemû peymanên navneteweyî binpê dike, nehatiye nîşandan.

Ji 2015`an ve dewleta Tirk a dagirker van çekan li dijî Kurdan bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker her wiha hewldanên xwe ji bo pêşxistina çekên nukleer jî zêde kirin. Di demên dawîn jî bi awayekî berbiçav tê dîtin ku dewleta Tirk çekên nukleerî yên taktîk bi kar tîne.

SEDAMÊ DUH Û ERDOGANÊ ÎRO; HIŞMENDIYA DÎKTATORAN Û ISRARA QIRKIRINÊ

Ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn û ji dema bidawîbûna serdema hovane -li gorî nêrîna nûjen a cîhanê-, li erdnîgariya Kurdistanê şerekî qirkirinê ku nimûneya wê di dîrokê de tune ye, ji aliyê bermahiyên hişmendiya şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn tê meşandin.

Kurd li erdnîgariya Kurdistanê şerê man û nemanê dikin. Pergalên dîktator di dirêjahiya sedsalekê de ji bo tunekirina rastiyeke dîrokî ya ji dergûşa mirovahiyê, çekên kîmewî û nukleerî bi kar tînin.

Li hember rejîma Sedam Huseyn ê ku bi hezaran Kurdên Helebceyê bi çekên kîmyewî qetil kirin, tu astengî yan tawanbariyên yekser nehatin nîşandan. Qirkirina komî ya zêdetirî 180 hezar welatiyên Kurd di hemleya Enfalê ya li Başûrê Kurdistanê de jî, hestên hêzên navneteweyî nelivand. Şerê li dijî Iraqê û darizandina pergala Iraqê ne ji bo xatirê Kurdan bûn, lê belê ji ber ku rojava pê hesî ku Sedam li dijî berjeweniyên wê ne.

Îro jî cîhan yek ji hovantirîn sûcên vê sedsalê paşguh dike. Kiryarên ku Sedam Huseyn duh kirine, îro Erdogan wan dubare dike. Ev hişmendiya pergalên hakim ên Rojhilata Navîn e bixwe ye; çekên kîmyewî, nukleerî yên taktîkî û topên din ên li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê tên bikaranîn, ji çekên ku Sedam pê Helebce bombebaran kiriye bi deh qatan zêdetir in.

Ruxmî wê jî hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan tu helwesteke protestoyî li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan nedan. Şandeyên hiqûqî jî ji ber bihaneyên cuda yên dikevin xizmeta dewleta Tirk, nikarin xwe bigihînin wan herêman û bikaranîna wan çekan lêkolîn bikin. 

(şx/c)

ANHA