Sûriye li civata Ereban vedigere - Rauf KARAKOÇAN

Sûriye li civata Ereban vedigere - Rauf KARAKOÇAN
7 nîsan, 2023   00:47

Pêvajoya 12 salan a piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelek tişt ji Sûriyeyê birin. Têkiliyên bi welatên Ereban re xirab bûn. Bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê û komên çete yên îslamî yên radîkal re veguherî qada şer. Tirkiye wek hêza herî mezin a hilweşîner a şer kete dewreyê û komên çete yên bi navê eniya dijberiya Esad, li hev civandin. Bi navê 'perwerde bike û bi çek bike' de hêzek afirand, piştre bi patroniya hemû rêxistinên çete re dest bi şerê wesayetê kir. Li ser bingeha berfirehbûnê bi siyaseta xwe ya 'antî-Kurd' çav berda xaka Sûriyeyê. Piştre bi hêza xwe ya artêşê dest bi dagirkirina herêman kir û wek hêzeke dagirker tê de ma.

Tirkiyeyê şerê Sûriyeyê kûrtir kir û kir ku bê çareserî bimîne. Hikumeta Erdogan a faşîst bi wêrankirin û dagirkirina Sûriyeyê, di çareseriya xwîndar de israr kir. Li dû xwe bi sed hezaran kuştî û birîndar, bi milyonan penaber û mexdûr, aboriyeke têkçûyî û welatekî kavil hişt. Li ser erdê bi meşandina polîtîkayên êrişkariyê, li derve jî bi danîna maseyan û meşandina dîplomasiyê hewl da bi rêbaza xwe li çareseriyê bigere. Encam bi temamî fiyasko ye.

Erdoganê dîktator li Sûriyeyê tişta ku lê digeriya peyda nekir û di lihevkirin û diyaloga li gel rejîma Esad de dest bi lêgerîna çareseriyê kir. Bi çavdêriya Rûsyayê temasên di asta nizm de kirin, di asta rayedarên îstîxbaratê û wezîrên parastinê de hevdîtin kirin. Dihat payîn ku dan û standin werin bipêşxistin lê Esad di serdana xwe ya dawîn a Moskovê de resta xwe nîşanî Erdogan da û got “Heta ku dagirkerî bi dawî nebe, dan û standin çênabin.”

Dema mijar Rojhilata Navîn be, hevsengiyên ku paralelî pêşketinên di siyaseta cîhanê de rû didin, ji nû ve tên avakirin. Ev yek jî bi rageşiya di navbera YE-DYA û Rûsyayê de ya ji ber şerê Ukraynayê ye. Çîn li herêmê aktîf dibe. Çînê Îran û Erebistana Siûdî li ser heman maseyê rûniştandin ku kesî bawer nedikir li hev bên. Heke têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de bi navbeynkariya Çînê bi pêş bikevin, rûdanên derasayî dê çêbin. Heta dibe ku rê li ber geşedanan veke ku şerê Yemenê bi dawî bikin.

Rola Misirê wek aktoreke bibandor li herêmê, pêşketineke nû ye ku divê bi baldarî were şopandin. Tevgerên ku dolarê Amerîkayê bê bandor dikin, li pey hev tên. Daxuyaniyên Çîn, Îran, Erebistana Siûdî û Misirê yên têkildarî pereyên xwe di bazirganiya herêmê de bi kar bînin, kartên siyasetê diguherînin. Mijareke din jî dikeve nava vê yekê; êdî Sûriye nebe qada şer. Ji ber vê yekê dê dawî li tecrîdkirina Sûriyeyê were. Jixwe tê zanîn ku demeke dirêj e Sûriye hewl dide li civata Ereban vegere. Bi rêya pêkanîna têkiliyên bi Uman, Erebistana Siûdî, Urdin, Misirê û bi taybet bi Îmaratê re, amadekariya vê yekê dike.

Duserîbûna ji ber şerê Ukraynayê çêbûye, bû sedem ku hevsengiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn ji nû ve bên sazkirin. Rûsya, Çîn û Îran di civîna dawîn a NATO'yê de wek hedef hatin diyarkirin û li dijî wê geşedanên siyasî yên dawîn û nêzîkbûna Îran û Siûdiyê wek tevgerên dijber hatin dîtin. Çareseriya bi destê Ereban a ji bo pirsgirêka Sûriyeyê jî di nava vê hevkêşeyê de cih girt. Xuya ye dema 'lêgerîna çareseriyê ya Tirkiyeyê!' derbas bûye. Wateya gotina Esad a 'Divê dagirkerî biqede, desteka ji bo çeteyan bê sekinandin' ev e.

Tirkiye xwediyê sûcên şer e ku welatekî bi rastî jî ji şerê Sûriyeyê berpirsyar e. Ji dan û standinên Astana û Soçiyê encam derneketin. Xuya ye ne pêkan e ku şêweyê çareseriyê yê Tirkiye lê digere jî derkeve holê. Gerçî Tirkiye ku ji şerê Sûriyeyê berpirs e, li ser maseya çareseriyê cih digire û ev bi xwe jî cureyeke nebûna çareseriyê ye. Tirkiye bi aktîfkirina amûrên zordariyê bûye aliyekî şer, bi çeteyan re bûye bela serê Sûriyeyê û bi dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan re bûye hêzeke dagirker. Lewma jî divê were darizandin û hesab jê were pirsîn. Ji aliyekî ve sûcê şer dike û li aliyê din jî li ser maseyên çareseriyê ji xwe re cih dibîne û ev yek jî jixwe dûrî rastiya siyasetê ye.

Sûriye, ji bo ku li civata Ereban vegere ku bi xwe jî aîdî wê ye, trafîka xwe ya normalîzekirinê didomîne. Însiyatîfên dîplomatîk ku bi erdhejê re lezandin, dewam dikin. Piştî hevdîtina bi Misirê re ya di asta wezaretên karên derve de, tê payîn ku Esad û Sîsî bên cem hev. Piştî vê trafîkê jî, pêngava herî girîng ev e; Sûriye ji bo civîna bê ya Komkara Erebî were vexwendin.

Geşedanên li eniya Sûriyeyê diguherin û tam jî di vê serdemê de DYA daxuyaniyan dide ku ew ê hebûna xwe ya li Sûriyeyê zêde bike. Bê guman têkiliyên DYA’yê yên bi Rêveberiya Xweser re yên ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê girîngtir bûne. Lê belê girîng e ku Sûriye û Rêveberiya Xweser di çareseriya dawîn a pirsgirêkan de li ser xalên hevpar û hin rêgezan li hev bicivin. Divê Rêveberiya Xweser geşedanên li hemberî vegera Sûriyeyê li civata Ereban bi baldarî binirxîne û çavdêriya hevsengiyên nû yên li herêmê bike. Rêveçûna lêgerînên hêzên rojavayî yên ji bo çareseriyên dîplomatîk, ber bi Rojhilata Navîn û erdnîgariya Ereban ve vegerî.

Di hevkêşeya siyasî ya nû de ku dê li Rojhilata Navîn pêk were, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê yek ji mijarên herî girîng ên lêgerîna Sûriyeyê ya çareseriyê be. Ji ber ku Sûriye li civata Ereban vedigere û dê bi pirsgirêkên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re lê vegere. Tifaqên ku Tirkiye di nav de ye, bi temamî qut nebûne, lê xuya ye navenda çareseriyê li Ereban vegeriyaye. Di vê pêvajoya nû de guhertina rêgeha dîplomatîk a Rêveberiya Xweser dê mecbûrî be. Divê bê zanîn ku formula çareseriya neteweya demokratîk bi civakên Ereban re pêkan e û erdnîgariya Ereban navnîşana pêşîn e ku divê Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgirêkan berê xwe bidê.