Jinên Minbicê der barê zirarên narkotîkê hemleyek dest pê kir

Kombûna Jinan a Zenûbya ya hemleyeke bi dirûşma "Bila em bi zanabûn û rêxistinbûna xwe jiyana xwe xweştir bikin" li dijî zirarên madeyên narkotîkê hemleyek li dar xist.

Jinên Minbicê der barê zirarên narkotîkê hemleyek dest pê kir
5 nîsan, 2023   13:38
MINBIC

Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê ragihand ku li hember zirarên narkotîkê, dest bi hemleyekê kiriye.

Her wiha diyar kir ku hemleya xwe bi dirûşma "Bila em bi zanabûn û rêxistinbûna xwe jiyana xwe xweştir bikin" li dar xistiye û dê sibe dest pê bike.

Li gorî kombûnê di daxuyaniyê de xwe eşkere kiriye di çarçoveya hemleyê de dê civîn û semînerên bên lidarxistin.

(mh/şx)

ANHA