Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî

Têkiliyên Giştî yên QSD`ê yên Herêma Cizîrê û rûspiyên kantona Qamişlo 3 êl li hev anîn.

Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
Piştî 3 mehan QSD`ê û rûspiyan 3 êl li hev anî
5 nîsan, 2023   13:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê û rûspiyên êlên ereb û kurd, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî, Têkiliyên Giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên Herêma Cizîrê û rûspiyên êlên ereb û kurd 3 êlên Til Birakê; El Bû Xetab, El Bû Mehna û El Cehîş li hev anîn.

Di merasîma lihevanînê de, endamê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Ekrem El Mehşûş axivî û lihevhatina êlan û bidawîkirina nakokiyê, pîroz kir.

Her wiha endamê Meclisa Navçeya Holê ya QSD`ê Ehmed El Deran axivî û spasiya rûspiyan kir.

Di dawiya merasîmê de, her sê êlan peymana lihevanînê îmze kir.

(şx)

ANHA