​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em ê hesab ji xayînan bipirsin

Malbatên şehîdan ên Hesekê nerazîbûn nîşan dan ku gerîlayê HPG’ê Harun Elbak li navçeya Hezex a Şirnexê radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin û got: "Em hesab ji xayînan bipirsin."

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Em ê hesab ji xayînan bipirsin
5 nîsan, 2023   04:33
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

HPG′ê di 30′yê Adarê de ragihand ku gerîlayê wan ê bi navê Selîm Adiyaman (Harûn Elbak) ji hêla komeke sîxur ve rastî îxanetê hatiye û dûre wan radestî dewleta Tirk hat kirin. HPG′ê bang kir ku helwesta li dijî vî kiryarî were nîşandan.

Dîmenê radestkirina gerîla Harûn Albak di medyaya dijîtal de bi berfirehî belav bû û piştgirî bi Harûn Albak re hat nîşandan.

Li ser mijarê malbatên şehîdan ên Hesekê diyar kirin ku kesên Harûn Albak radestî dewleta Tirk a dagirker kirine wê hesab bipirsin.

/kr/uploads/files/2023/04/04/210703_-large_1.webp

Birayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê şehîd Îsmaîl Moro, Xelîl Moro radestkirina gerîla Harûn Elbak a ji dewleta Tirk re şermezar kir û wiha got: "Zarokên me yên gerîla ji salan ve ji bo parastina gelê Kurdistanê li çiyayan tê dikoşin. Em radestkirina wan qebûl nakin. Radestkirina gerîlayan xiyanetek li rêgezên welatparêziyê ye. Em ê hesab ji xayînan bipirsin."

/kr/uploads/files/2023/04/04/210722_-large_2.webp

Bavê şehîda YJA-Star Bêrîvan Dawê, Şerîf Daweh da zanîn ku radestkirina gerîla Harûn Albak ji dewleta Tirk a dagirker re asta xiyanet û bêexlaqiyê nîşanî dide û wiha domand: "Kesên  xiyanetê dikin dûrî kurdîtî û nasnameya kurdî ne. Bê guman ev kes wê hesab bidin."

Xwişka gerîlayê HPG′ê şehîd Erdal Serêkaniyê, Îda Semo bang li gelên Kurdistanê kir ku helwesteke tund li hemberî xiyanetê nîşan bidin û got: "Em ê destê îxanetê qut bikin û zarokên xwe yên gerîla biparêzin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de pêk bînin."

(fr)

ANHA